Sersaxî ji malbatên şehîd Çîçek Botan û Lûey Elî re hate xwestin

Bi dehan şêniyên kantona Kobanê sersaxî ji malbata şehîd  Çîçek Botan û Lûey Mihemed Elî re xwestin.

Sersaxî ji malbatên şehîd Çîçek Botan û Lûey Elî re hate xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîd Çîçek Botan û Lûey Elî re hate xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîd Çîçek Botan û Lûey Elî re hate xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîd Çîçek Botan û Lûey Elî re hate xwestin
13 adar, 2021   15:56
KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê  ji bo şervana Hêzên Antî Teror (HAT) Besma Heyder (Çîçek Botan) û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Lûey Mihemed Elî  konê sersaxiyê li Goristana Şehîd Dicle vegirt. Bi sedan şêniyên kantona Kobanê herikîn bin kon û ji malbatên her du şehîdan re sersaxî xwestin.

/ar/uploads/files/2021/03/13/140852_mstfa-mslm.webp

Di bin kon de merasîmeke hate lidarxistin. Merasîm bi deqeya rêzgirtin a bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Piştre Hevserokê Meclisa Şaredariya Gel a Sirînê Mistefa Muslim got bi saya şehîdan  gelê herêmê bi azad û ewle dijîn û soza şopandina xeta şehîdan da.

/ar/uploads/files/2021/03/13/140826_ltfyh-mhmwd.webp

Cîgira Hevserokatiya Meclis Navçeya Şêran Lutfiye Mehmûd destnîşan kir ku rola jinan di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de di tevahî aliyên leşkerî, siyasî û xebatê de heye û bi saya wan herêm hat rizgarkirin.

Lutfiye Mehmûd bal kişand ser têkoşîna şehîd  Çîçek Botan û got: "Ked û têkoşîna a şehîd Çîçek ji bo azadiya rêber Apo û azadiya gelên herêmê bû, ev ked wê vala neçe. Dijmin di radeya yekemîn de têkoşîna jinan armanc dike û hewl dide destkeftiyên gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbe dike."

(fr)

ANHA