Xwepêşandanên li Lubnanê didomin

Lubnanî ji bo şermezarkirina şert û mercên aborî, darayî û siyasî yên xirab herikîm Qada Şehîdan a Beyrûtê.

Xwepêşandanên li Lubnanê didomin
13 adar, 2021   17:36
NAVENDA NŞÇEYAN

Yekemîn konê şermezarkirinê  li Qada Şehîdan hate vedan, welatî bi koman herikîn bin kon da ku konekî din vedin.

Xwepêşanderan gotin: "Desthilata serdest û milîsên wê nikarin serdestiya xwe berdewam bikin û destshilatê li gel bikin, dîsa nikare pariya nan li wan û li artêşa Lubnanê qedexe bike."

Li ser banga leşkerên teqawîd, xwepêşanderan li ber deriyê sêyemîn û Berava Beyrûtê meşek li dar xist, piştre li pêşiya parlamentoyê çalakiyek li dar xistin û avahiya parlamentoyê dan ber keviran, her wiha deriyê hesin ê hewşa parlamentoyê vekirin.

Generalê teqawît George Nader wiha got: "Xwepêşandana îro ya li Qada Şehîdan berdewama xwepêşandana duh e. Şoreş dê li hemû meydanan ji nû ve were zindîkirin, helwesta me ya bingehîn ew e ji derveyî partiyan hikumeteke demkî were avakirin ku ji rewşa heyî ya xirab re bibe bersiv û hilbijartinên parlamentoyê pêk bînin da ku desthilatdariyê ji nû ve saz bikin."