Şêniyên Til Birakê şehîdên Serhildana 12’yê Adarê bi bîr anîn

Meclisa navçeya Til Birakê şehîdên Serhildana 12’yê Adarê bi bîr anîn û piştrast kir ku serhildanê bendê tirsê li pêş gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê şikand û bû çirûska şoreşa 19’ê Tîrmehê.

Şêniyên Til Birakê şehîdên Serhildana 12’yê Adarê bi bîr anîn
13 adar, 2021   15:33
QAMIŞLO

Meclisa navçeya Til Birakê ya girêdayî kantona Qamişlo bi boneya salvegera 17’emîn a Serhildana 12’yê Adarê daxuyanî da.

Daxuyanî bi beşdarbûna endamên meclisê li pêş avahiya meclisa navçeyê û ji aliyê Hevseroka meclisê Emîne Xelef ve hate xwendin.

Di daxuyaniya meclisê de wiha hate gotin: "

"Serhildana 12’yê Adarê benda tiresa li pêş gelê me yê ku bi deh salan e ji bo mafên xwe tê dikoşe, şikand û bû çirsûka şoreşa 19’ê Tîrmehê ya ku bi damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk encam da. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk nûnertiya armanc û vîna tevahî pêkhateya ji Kurd, Ereb, Suryan, Asur, Ermen û pêkhateyên dîtir dike, pêkhateyên herêmê bi hevgirtin û girêdan bi rihê biratiya gelan û jiyana hevbeş herêm û destkeftiyên xwe ji tevahî hewldanên komployan parast.

Şehîdên 12’yê Adarê dê nirxên şoreşê û serbilindiya gelê me bimîne û dê ronhaiya me ya bi azadî û avakirina Sûriyeke demokrat a nenavendî bimîne.

Em  sûcên hikumeta Şamê û zihniyeta wê şermezar dikin, li aliyekî din jî diyaloga sûrî-sûrî pêwîstiyeke ku krîza Sûriyê bi dawî bibe, da ku berjewendî û hêviyên gel û şehîdan pêk bên."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4cQFs0lDr18" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>