Gulê Selmo di salvegera şehadeta xwe de hate bi bîranîn

Kongreya Star a Helebê bi merasîmekê şehîd Gulê Selmo bi bîr anî û diyar kir ku şehîd Gulê Selmo ji bo xizmeta gelê Kurd tişta herî giranbuha dida.

Gulê Selmo di salvegera şehadeta xwe de hate bi bîranîn
13 adar, 2021   15:20
HELEB

Îro salvegera 9`emîn a şehadeta çalagera di Yekitiya Star a berê de (Kongreya Star) Gulê Selmo ye.

Bi vê wesîleyê bi dehan şêniyên taxên Şêxmeqxûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê li kolana ku Gulê Selmo lê şehîd ket ku li aliyê rojavayê taxa Şêxmeqsûdê ye kom bûn.

Beşdaran di merasîmê de wêneyên şehîd Gulê Selmo, alên Kongreya Star û wêneyên şehîdên Şoreşa 19`ê Tîrmehê rakirin.

Merasîm bi rêzgirtinên dest pê kir û piştre bi navê Kongreya Star û hevrê Gulê Selmo, Leyla Mûrad axivî. 

Leyla Mûrad îşaret bi têkoşînê kir ku li ser bingeha wê dendika Şoreşa 19`ê Tîrmehê hate avakirin û got: "Tovên têkoşîna şoreşê ji aliyê jinên azadîxwaz ên wekî şehîd Gulê ve hate çandin."

Leyla destnîşan kir ku tevî zehmetiya wê demê jî lê dayîna berdêlan ji wan dihat xwestin, şehîd Gulê jî bo dozê û rêgezên bingehîn ên şoreşê tişta herî giranbuha dida.

Di dawiyê de Leyla Mûrad soza şopandina rêya şehîd Gulê Selmo û hevrêyên wê da ku parastina destkeftiyên şehîdan bikin.

Merasîm bi sloganên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qKfzeaZvu-g" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>