Li gundewarên Dêrazorê kesên nenas ciwanek kuşt

Kesên nenas ciwanekî ji gundê El-Sibî yê Dêrazorê revand û kuştin.

Li gundewarên Dêrazorê kesên nenas ciwanek kuşt
13 adar, 2021   13:41
DÊRAZOR

Li gorî agahiyên ku nûçegihana me bi dest xistine, kesên nenas bi ser mala ciwanê bi navê Mihemed Tirkî El-Hisên ê ji gundê El-Sibî yê rojhilatê Dêrazorê de girt û ew revand.

Li gorî agahiyan, vê sibehê şêniyên gundê El-Qasimî cenazeyê Mihemed ê ku bi guleyan hatibû kuştin, li nêzî gund dît.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî bûyerê dest bi lêpirsînê kir.

Li gundewarên Dêrazorê şaneyên girêdayî çeteyên DAIŞ'ê bi awayekî domdar sivîlan dikujin. Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê duh ragihandibû ku komeke çeteyên berpirsên koordînekirina bûyerên kuştinê, li gundewarên Dêrazorê girtine.

(dx)

ANHA