Li rojavayê Kobanê balafireke keşfê ya dagirkeriya Tirk digere

Di van kêliyan de balafireke keşfê ya dewleta Tirk li ser gundên rojavayê kantona Kobanê digere.

Li rojavayê Kobanê balafireke keşfê ya dagirkeriya Tirk digere
13 adar, 2021   13:15
KOBANÊ

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku di van kêliyan de balafireke keşfê ya dewleta Tirk a dagirker li asîmanê gundê Şêxler ê 30 km li rojavayê kantona Kobanê ye, digere.

Beriya nêzî saetekê jî, balafireke din a keşfê li ser gundên rojavayê kantonê digeriya.

(cx)

ANHA