Rêveberiya dergeha Sêmalkayê bi boneya Newrozê daxuyaniyek da

Rêveberiya dergeha Sêmalka bi boneya cejna Newrozê daxuyaniyek da û ragihand ku çûn û hatina di dergeha Sêmalka re ji 20`ê Adarê heya 22`yê Adarê hatiye rawestandin.

Rêveberiya dergeha Sêmalkayê bi boneya Newrozê daxuyaniyek da
13 adar, 2021   12:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya dergehê daxuyaniya xwe li ser hesabê xwe yê Facebookê belav kir. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Rêveberiya Dergeha Sêmalka ya sînor radigihîne ku çûn û hatina li dergeha Sêmalka ji dîroka 20`ê Adarê heya 22`yê Adarê tê rawestandin."

Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku karê bazirganiyê li dergehê jî, dê 23`yê Adarê de dîsa dest pê dike.

Her wiha rêveberiyê piştrast kir ku karê têkiliyên dîplomatîk li dergehê dê di 24`ê Adarê de dest pê bikin.

ANHA