Li Hemayê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de şer rû da

Li bakurê rojavayê Hemayê di navbera çeteyên dewleta Tirk û hêzên hikumeta Şamê de şer rû da. Hêzên hikumeta şamê nuqteyên çeteyan ên li gundewarên başûrê Idlibê topbaran kirin.

Li Hemayê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de şer rû da
13 adar, 2021   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk îro eniyên El-Emîqa û El-Enkawî ya Sehil El-Xab a bakurê rojavayê Hemayê, topbaran kirin.

Her wiha hêzên hikumeta Şamê gund û bajarokên çiyayê El-Zawiye yên gundewarên başûrê Idlibê topbaran kirin.

Çeteyên dewleta Tirk duh bi topên giran nuqteyên hêzên hikumetê yên li çiyayê El-Ekrad li gundewarên bakurê Laziqiyê kiribû armanc.

(dx)