HDP’ê bi jinên filistînî re civînek li dar xist

HDP'ê endama Cemiyeta Jinên Ereb Emel Ebû Ayşe û nûnera Lubnanê Abeer Ahmed re civîneke online li dar xist. Jinan bal kişand ser hevpariya dîrokî û diyar kir ku divê jin bi hev re tev bigerin.

HDP’ê bi jinên filistînî re civînek li dar xist
13 adar, 2021   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîsyona Dîplomasiyê ya Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civîneke onlin bi jinên filistînî re çêkir.

Ji Koma Dewleta Demokratîk a ji bo Rizgarkirina Filistînê û Cemiyeta Jinên Ereb Emel Ebû Ayşe û nûnera Lubnanê Abeer Ahmed, berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê  Ayşe Acar Başaran, endama Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê Ayşe Berktay, berdevka Dîplomasiya Jinan a HDP'ê Gulistan Kiliç Koçyigit, parlamentera HDP'ê ya Edeneyê û hevberdevka Maseya Rojhilata Navîn Tulay Hatimogullari beşdarî civînê bûn.

Ayşe Acar Başaran di civîne de got: "Erdnîgariya Kurdistanê û Filistînê dişibin hev. Li Rojhilata Navîn bedena jinan veguhertin qada şer. Li Wanê bi teşhîrkirina bedena Ekîn Wan nîşan dan ku di şer de hedefa ewil jin in. Li girtîgehên dewleta Tirk bi lêgerîna tazî îşkenceyê dikin."

Ji Koma Dewleta Demokratîk a ji bo Rizgarkirina Filistînê û Cemiyeta Jinên Ereb Emel Ebû Ayşe jî da zanîn ku şertên Kurd û filistîniyan dişibin hev û jinên filistînî li ber xwe didin.

Di civînê de jinan bal kişand ser hevpariya dîrokî û hat gotin divê jin vê ji bîr nekin û bi hev re tev bigerin.