​​​​​​​Rojnameyên erebî: Misirê ji bo normalîzekirina têkiliyên bi dewleta Tirk re şert danîn

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa şertên Misirê yên normalîzekirina têkiliyên bi dewleta Tirk re, şerê li Lîbya û rewşa Yemenê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Misirê ji bo normalîzekirina têkiliyên bi dewleta Tirk re şert danîn
13 adar, 2021   08:07
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ŞERTÊ MISIRÊ YÊ NORMALÎZEKIRINA TÊKILIYÊN BI DEWLETA TIRK RE; DESTWERDANÊ NEKE’

Rojnameya Şerq El-Ewsat di hejmara xwe ya îro de behsa şertên Misirê yên normalîzekirina têkiliyên bi dewleta Tirk re kir û wiha nivîsî: “Çavkaniyekî fermî yê Misirê ragihand ku heke dewleta Tirk dixwaze têkiliyên bi Misirê re normalîze bike, divê destwerdana li kar û barên hundirîn ên welatên herêmê rawestîne. Ev ragihandin wek bersivdayîna daxuyaniya wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu yên der barê berdewamkirina peywendiyên bi Qahîreyê re, pêk tê.

Çavkaniyekî ji ajanseke Misirî re diyar kir ku her welatek ku dixwaze têkiliyan bi Misirê re deyne, divê li gorî pîvanên qanûnên navneteweyî û rêgezên têkiliyên baş bi welatên cîran re tev bigere û dev ji hewldanên destwerdana li kar û barên hundirîn ên welatên herêmê berde.

Ev daxuyaniya ji aliyê Misirê ve, wekî bersivdayîna daxuyaniya serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan hat, ku gotibû: “Hevkariya me ya aborî, dîplomatîk û îstixbaratî bi Misirê re berdewam e û tu pirsgirêk di wê derbarê de nîn in. Em hêvî dikin ku em vê xebatê bi Misirê re bi awayekî xurttir dewam bikin.”

‘LI LÎBYAYÊ PIRSGIRÊKA MÎLÎSAN HÎNA BERDEWAM E’

Rojnameya El-Ereb jî diyar kir ku li paytexta Lîbyayê Terablusê hemwextî gihaştina El-Debîbe şer rû daye û di vê derbarê de wiha nivîsî: “Çavkaniyên ji Lîbyayê ragihand ku li paytext Terablusê rewşa ewlekariyê tevlihev e. Duh, pêncşemê endamên mîlîsên alîgirên hikumeta Fayiz El-Serac bi hev ketin. Şer hemwextî gihaştina serokê hikumeta yekitiya nîştimanî Ebulhemîd El-Debîbe, rû da.

Tevî pêşwazîkirina herêmî, erebî û nanveteweyî ji erêkirina parlamantoyê li ser hikumeta El-Debîbe jî, lê hîna gelek astengî li pêşiya wî hene.”

‘ARTÊŞA YEMENÊ HIN DESTKEFTÎ BI DEST XISTIN, DYA BEHSA “PÊŞKETINA” DÎPLOMATÎK DIKE’

Rojnameya El-Nehar jî behsa pêşketina şêwirên siyasî li Yemenê, şerê artêşa Yemenê û bidestxistina gelek gundan kir û wiha got: “DYA bi rêya NY`yê hewl dide şerê li Yemanê bi çareseriya siyasî bi dawî bike. Di heman demê de gelek welatên din ên biyanî êrişên endamên Hûsiyan ên li dijî Siûdiyê, şermezar kirin.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku di dosyaya agirbesta li Yemenê de hin pêşketin çêbûne. Ev daxuyanî piştî serdana şandeyê Amerîkayê yê taybet bi Yemenê Timothy Lenderking a li herêmê hatin dayîn ku armanc ji serdanê xurtkirina hewldanên NY`yê ji bo bidawîkirina şer û pêşîlêgirtina karesateke mirovî hatibû kirin.”

(cx)