Meclisa Ewlehiyê bang li dewleta Tirk û çeteyên wê kir ku ji Lîbyayê derkevin

Piştî ku hikumeta Ebdulhemîd El-Debîbe baweriya parlamentoyê bi dest xist, Meclisa Ewlehiyê bang kir ku divê hêzên biyanî û çete demildest ji Lîbyayê derkevin.

Meclisa Ewlehiyê bang li dewleta Tirk û çeteyên wê kir ku ji Lîbyayê derkevin
13 adar, 2021   08:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP'ê, duh Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi daxuyaniyekê ku bi yekdengî hate qebûlkirin, bang kir ku tevahî hêzên biyanî û çete bi lez ji Lîbyayê derkevin û baweriya parlamentoya Lîbyayê bi hikumeta demkî di welêt de, erênî nirxand.

Di daxuyanî de hate diyarkirin ku Meclisa Ewlehiyê bang li tevahî aliyan kir ku agirbestê 23'yê Cotmehê pêk bînin.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî heta niha derdora 20 hezar leşker û çeteyên biyanî  li Lîbyayê hene û hê jî liv û tevgerên vekişînê çênebûne.

Di daxuyaniyê hat destnîşankirin ku Meclisa Ewlehiyê banga li tevahî dewletên endam kir ku bi qedexekirina çekan a ku NY’yê ferz kiriye, pabend bin.

(dm)