'Cihê mixabiniyê ye ku El-Herîrî li ser erdê Kurdistanê were pêşwazîkirin'

Şêniyên Dêrikê pêşwazîkirina Barzanî ji Serokê Îtîlafa Sûriyê Nesir El-Herîrî re şeremzar kir û diyar kir ku serdana El-Herîrî ya ji Başûrê Kurdistanê re bi armanca hilweşandina yekitiya kurdî ye.

'Cihê mixabiniyê ye ku El-Herîrî li ser erdê Kurdistanê were pêşwazîkirin'
13 adar, 2021   03:55
QAMIŞLO-ÎSAM ABDULLAH

Civaka kurdî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re serdana serokê "Îtîlafa Niştimanî ya Sûriyê" Nesir El-Herîrî û şandeya pê re ya ji Başûrê Kurdistanê re û hevdîtina ji rayedarên wir re şeremzar dike.

Şêniyên navçeya Dêrikê ya kantona Qamişo pêşwazîkirina Barzanî ya ji Nesir El-Herîrî re şermezar kir û got: "Çawa serokekî kurdî dikare li ser erda xwe ya pîroz, pêşwaziya ajanekî istixbarata dewleta Tirk bike?"

/kr/uploads/files/2021/03/12/212221_-.webp

Zulfa Bedro serdana serokê bi navê Îtîlafa Sûrî Nesir El-Herîrî ya ji Başûrê Kurdistanê re şermezar kir û diyar kir ku ev serdan ji azarên ku herêmê tê re derbas bû zehmetir e, erda Kurdistanê pîroz e û divê li ser vê erdê kesên şerîf û bi rûmet werin pêşwazîkirin.

Zulfa Bedro da zanîn ku gelê Rojava serdana El-Herîrî ya ji Başûrê Kurdistnaê re red dike û wiha got: "Diviyabû ku hikumeta Başûrê Kurdistanê beriya pêşwazîkirinê şehadeta Hevrîn û Barîn di bîra xwe de bianya ku li pêşberî çavên cîhanê bi cenazeyên wan lîstin."

ꞌDIVIYABÛ HIKUMETA BAŞÛR HESAB JI EL-HERÎRÎ BIXWESTAꞌ

Zulfa Bedro bi domdarî got:" Çawa hikumeta Başûr dikare pêşwaziya El-Herîrî bike ku komên wî rêz ji erd û pîroziyan re negirtin, ji lew re divê têkildarî sûcên ku li dijî şêniyên me pêk anîne hesabên xwe vegerîne, her wiha diviyabû hikumeta Başûr nehiştibe El-Herîrî ji Başûr derketa bêyî ku li ser sûcên ku li dijî herêmên dagirkirî pêk anîne hesab bixwesta."

Zulfa Bedro da zanîn ku şêniyên Rojava bi serdana El-Herîrî re ya ji Başûrê Kurdistanê re û pêşwazîkirina hikumeta herêmê jê re diêşin, ji ber ku El-Hrîrî sedema koçberkirina şêniyan e.

Zulfa Bedro ev gotin li axaftina xwe zêde kir:"Armanca serdana El-Herîrî ya ji Başûrê Kurdistanê re parçekirina yekitiya kurdî û reşkirina wêneya yekitiya kurdî ye, nexasim ku diyalogên kurdî kurdî li dar dikevin."

Zulfa Bedro ev xalên rêz kirin:"El-Herîrî heqaret li gelê Kurd û Rêveberiya Xweser kir. Rêveberiya Xweser nûnertiya vîna gelê herêmê dike û ewlehî û aramî misoger kiriye. Dema El-Herîrî bi tundî behsa destkeftî û mafên gelê Kurd kir, herêma Başûr bê deng ma, lê di rastiyê de El-Herîrî gel koçber kirin, bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hilweşandin."

Zulfa Bedro di dawiya axaftian xwe de ev agahî got:"Çawa hikumeta Başûrê Kurdistanê dikare pêşwaziya El-Herîrî bike ku destên wî di şehadeta Hevrîn de heye û rê dide wî ku heqaretê li pîroziyên Rojava û şehîdên wê bike? Diviyabû ku hikumeta Başûrê Kurdistanê piştgiriya Rojava bikira û destek daba wê."

/kr/uploads/files/2021/03/12/212240_-.webp

Li aliyekî din jî Merwan Temir jî axivî û got dîroka Nesir El-Herîrî reş e û di jiyana xwe de gotineke ku bikeve xizmeta gelê Kurd de negotiye.

Merwan Temir îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker ajanê xwe şand Başûrê Kurdistanê û diviyabû ku Mesûdê Barzanî pêşwaziya wî nekiriba.

Merwan Temir serdana El-Herîrî ya ji Başûrê Kurdistanê re şermezar kir û diyar kir ku El-Herîrî li berjewendiyên xwe tenê digire û hewl dide yekitiya gelê Kurd parçe bike û wiha pê de çû: "El-Herîrî bû sedem ku jin werin revandin û tecawizkirin û li Lîbyayê ji çeteyan re werin firotin, ji ber vê yekê cihê mixabiniyê ku li ser erda Kurdistanê were pêşwazîkirin. "

Merwan Temir di dawiya axaftina xwe de ev xal zêde kirin:"Gelê Rojava  parastina pîrozî û erdê xwe kir û li hemberî terorîstan û çi kesên ku xerabiyê dikin şer kirin, lê êrişî Başûrê Kurdistanê nekirin û QSD, YPG û YPJ`ê jî parastina erd kirin û ji bo azadiya gelê herêmê berdêl dan."

ꞌŞERMEKE MEZIN Eꞌ

/kr/uploads/files/2021/03/12/212259_-.webp

Bi mijarê ve girêdayî Hediya El- Abdullah jî axivî û serdana El-Herîrî ya ji Başûrê Kurdistanê re şermezar kir û got: "Di vê qonaxa hestiyar de ku her kes ji bo yekitiya kurdî dixebite, me hêvî nedikir ku hikumeta Başûrê Kurdistanê pêşwaziya wî bike."

Hediya El-Abdullah di berdewamiya gotina xwe de diyar kir ku cihê mixabiniyê ye ku hikumeta Başûrê Kurdistanê pêşwaziya El-Herîrî kir, dema pêşwaziya kesekî ku eşkere dijminatiya ji gelê Kurd re ragihand, diviyabû ji malbatên şehîdan, birîndar û şervanan şerm bikira.

Hediya El-Abdullah bal kişand ser şehîdên ku bi fermana Nesir El-Herîrî çeteyên DAIŞ`ê ew şehîd xistin û got gerek hikumeta Başûr xwe nexistiba vê rewşê de ku bûye mijara civaka kurdî û raya giştî.

Di dawiyê de Hediya El-Abdullah bang li hikumeta Başûr Kurdistanê kir ku li xwe vegere û dev ji planên ku dijmin li ser her çar parçeyên Kurdistanê ferz dike berde û wiha got: "Ji ber ku Nesir El-Herîrî xizmeta gelê xwe nake îca wê çawa xizmeta doza kurdî bike, ji lew re ew îtîrafê bi Nesir El-Herîrî û alîgirên wê nakin."

(eh)

ANHA