'Hevgirtina pêkhateyan komployên Partiya Baas têk birin'

Endamên partiyên siyasî yên Helebê gotin, hevgirtina pêkhateyên herêmê komployên rejîma Baas ên derxistina fitneyê têk birin.

'Hevgirtina pêkhateyan komployên Partiya Baas têk birin'
12 adar, 2021   17:31
HELEB

Endamên partiyên siyasî yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê, bi wesîleya salvegera 17'an a Serhildana 12'ê Adarê ya Qamişlo, nêrînên xwe bi me re parve kirin.

/ar/uploads/files/2021/03/12/160851_rmzy-shykh-mws.webp

Endamê Partiya Demokrat a Kurd- Sûriyê, Remzî Şêxmûs Serhildana Qamişlo bi destpêka çirûska tevgera Sûriyê bi nav kir û got: "Partiya Baas a şofonîst ji bo derxistina fitneyê di navbera Kurd û Ereban de komployeke plan kir. Lê hevgirtina tevahî pêkhateyan li hemberî fitneyê, ev komplo têk çû."

Şêxmûs anî ziman ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin banê Rêveberiya Xweser de bi yekitiya xwe ve girêdayî ne û rêgezê biratiya gelan ji xwe re bingeh girtine da ku jiyaneke azad bijîn û Sûriyeke demorkatîk pirrengî ava bike.

/ar/uploads/files/2021/03/12/160911_khaldh-abdw.webp

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Helebê Xalîda Ebdo jî diyar kir ku bûyerên ku di sala 2004'an de li Qamişlo hatin derxistin, komployek bû ku ji aliyê rejîma Baas ve li dijî gelên herêmê hatibû plankirî û wiha domand: "Armanc ji vê komployê ew bû ku fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxînin, lê ev siyaseta şofonîst bi bin ket, ji ber ku vîna gelên azadîxwaz îsbat kir ku bi komployan bi bandor nabe."

Xalîda Ebdo bang li tevahî jinên Sûriyê kir ku hevgirtina xwe çêbikin û ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk, pirrengî û nenavendî bixebitin.

/ar/uploads/files/2021/03/12/160932_mhmd-hydr.webp

Endama Partiya Demokratîk a Kurd-Sûriyê Mihemed Heyder diyar kir ku Partiya Baas ji dema ku hatiye damezirandin, hewl dide fitneyê di navbera gelên herêmê de ava bike û wiha pê de çû: "Partiya Baas hewl dide fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de çêbike  da ku rêgeza biratiya gelan bike hedef. Em îro dibînin ku li Dêrazorê jî destekê bide şaneyan da ku fitneyê di navbera eşîrên erebî de biafirîne û ewlehî û aramiya herêmê têk bibe."

Heyder got, gelên herêmê li hember komplo û fitneyan kerwanê şehîdan da, ked û xwîna wan çirûska tevgera li Sûriyê bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/lTxZAhvc3A0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>