3.Mîhrîcana Wezrîşê ya li Minbicê bi dawî bû

Mîhrîcana 3'yemîn a Werzîşê ya Minbicê piştî axaftinan bi çalakiyên hunerî û yên werzîşê bi dawî bû.

3.Mîhrîcana Wezrîşê ya li Minbicê bi dawî bû
3.Mîhrîcana Wezrîşê ya li Minbicê bi dawî bû
3.Mîhrîcana Wezrîşê ya li Minbicê bi dawî bû
3.Mîhrîcana Wezrîşê ya li Minbicê bi dawî bû
3.Mîhrîcana Wezrîşê ya li Minbicê bi dawî bû
3.Mîhrîcana Wezrîşê ya li Minbicê bi dawî bû
3.Mîhrîcana Wezrîşê ya li Minbicê bi dawî bû
12 adar, 2021   16:47
MINBIC

Mîhrîcana 3'yemîn a Werzîşê ya Minbic û gundewarê wê ku bi diruşma "Werzîş nîşaneya pêşketina gelan e" bi boneya salvegera 4'emîn a damezirandina Meclisa Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê hatibû organîzekirin, bi dawî bû. Mîhrîcan bi beşdarbûna enadmên saziyên sivîl û leşkerî, şandeyek ji Partiya Sûriya Pêşerojê, şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi sedan şêniyên Minbicê li Stada Beledî ya naverasta bajêr hate lidarxistin.

Piştî axaftina, çalakiyên hunerî û werzîşê hatin  pêşandan. Di nav de, koma dîlan û stranên çerkesî, Koma Şehîd Barîn Kobanê ya Stranan a ji Kobanê, hunermend Yasmîn Mihemed a ji Reqayê hunerên xwe pêşkêş kirin. Her wiha Koma Ciwanên Minbicê şanoyeke li ser aloziya Sûriyê pêşkêş kir û hunermend Mistefa El-Emîr jî stranên gelêrî gotin.

Di dawiya çalakiyê de Yekitiya Werzîşê ya Minbic û Gundewarê wê, meclis û tîmên werzîşê yên ku beşdarî mîhrîcanê bûbûn, xelat kirin.

ANHA