Çalakiyên bîranîna Serhildana Qamişlo bi dawî bûn

Di dawiya çalakiya li Stada şehîdên 12`ê Adarê de, tîma futbolê ya herêma Cizîrê li hemberî tîma Dêrzorê bi 2-1 bi ser ket.

Çalakiyên bîranîna Serhildana Qamişlo bi dawî bûn
Çalakiyên bîranîna Serhildana Qamişlo bi dawî bûn
Çalakiyên bîranîna Serhildana Qamişlo bi dawî bûn
Çalakiyên bîranîna Serhildana Qamişlo bi dawî bûn
Çalakiyên bîranîna Serhildana Qamişlo bi dawî bûn
Çalakiyên bîranîna Serhildana Qamişlo bi dawî bûn
Çalakiyên bîranîna Serhildana Qamişlo bi dawî bûn
12 adar, 2021   14:32
QAMIŞLO

Çalakiyên bîranîna salvegera 17`an a Serhildana 12`ê Adarê vê sibê li Stada Şehîdên 12`ê Adarê ya li Qamişloyê dest pê kir. Bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê û deverên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên Kurd, Ereb û Suryan, di serî de şêniyên Dêrazorê beşdarî çalakiyê bûn.

Her wiha nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Sûriya Demokratîk, partiyên Kurd, Ereb û Suryan, Hêzên Sûriya Demokratîk, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) beşdar bûn.

Piştî axaftinan Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, Saziya Malbatên Şehîdan, PYNK, maçeke futbolê di navbera herêma Cizîrê û Tîma Dêrazorê de hate lîstin û tîma Cizîrê li hemberî tîma Dêrazorê bi 2-1 bi ser ket.

Her wiha ciwanên tîmên ciwanan ên herêma Cizîrê hunera şer "Karatê" li dar xistin.

Yekîtiya Werzîşê ya Dêrazorê ji hêla Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Cizîrê, hat xelatkirin. Di dawiyê de koma Botan ya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo pêşandanên hunerî û stranên gelêrî pêşkêş kirin.

(dx)

ANHA