YPG'ê nasnameya du şervanên xwe yên şehîd eşkere kirin

YPG’ê bi daxuyaniyekê nasanameya şervanên xwe Çîçek Botan û Êrîş Cesûr ên di navbera 1-3’yê Adarê de li cihên cuda û demên cuda şehîd bûbûn, eşkere kir.

YPG'ê nasnameya du şervanên xwe yên şehîd eşkere kirin
12 adar, 2021   15:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameya şervanên xwe Çîçek Botan û Êrîş Cesûr ên di dîroka 1-3’ê Adarê li Hesekê û Helebê dem û cihên cuda şehîd bûbûn bibîr anî.

Li rojên 1 û 3'yê Adarê  rêhevalên me Çîçek Botan û Êriş Cesur, di encama qezeyê de gihiştin şehadetê.

Rêheval Çîçek Botan, li Kobanê di nav malbatek welatparêz de mezin bû û di pêvajoya şerê Kobanê ya giran de tevlî YPJ’ê bû. Rêheval Çîçek tola xwe ya li hember dijmin cara yekê bi rizgarkirina Kobanê girt. Di nav şert û mercên giran ên şer de Rêheval Çîçek bi biryardariyeke mezin û rihê berxwedanê tecrubeyên mezin û girîng yên şoreşgerî qezenç kir û bû jineke şoreşger a bi hêz. Heta kêliya dawÎ, li ser bingehê paradigmaya demokratik, ekolojik û azadîxwaziya jinê de xwe kûr kir û bi awayek fedaiyane têkoşîn da meşandin.   Rêhevala me Çîçek Botan li roja 3yê Adarê di encama qezeyek de gihişt asta şehadetê.

Rêheval Êrîş Cesur di nav malbatek welatparêz de ji dayik bû. Bi seknek netewî tev li refên şoreşê bû û heta kêliya dawî erk û berpirsiyariyên xwe bi baweriyek mezin bicîh anî.  Bi sekna xwe yê fedekar û kedkar her tim hêz da rêhevalên xwe. Rêheval Erîş, hêrsa xwe yê li dijî dijmin, di kesayeta xwe de zivirand hêzekî mezin û heta kêliya dawî jî di têkoşîna xwe de paş de gav neavêt û bi ısrar meşiya. Girêdan û baweriya xwe ya bi  şoreşê re bi têkoşîna xwe îspat kir, hemû erkên li ber xwe bi awayek herî serkeftî pêk anî. Rêheval Êriş li roja 1ê Adarê di encama qezayek de li Helebê tevli karwana şehîdan bû.

Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Çîçek Botan

Nav û Paşnav: Besma Heyder

Navê Dayîk: Zelixe

Navê Bav: Elî

Cihê Ji Dayîkbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadete: Hesekê | 3 Adar 2021

*****

/tr/uploads/files/2021/03/12/145637_sehd-ris-cesur.webp

Nasnav: Êrîş Cesur

Nav û Paşnav: Diyar Erçik

Navê Dayîk: Ayşe

Navê Bav: Zeki

Cihê Ji Dayîkbûnê: Gever

Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb | 1 Adar 2021

Em di şexse herdu rêhevalên xwe yên şehîd de tevahî şehîdên şoreşa azadî û demokrasiyê bi rêzdarî û minnet bibîr tînin. Ji malbatên şehîdên xwe û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin."