‘Serhildana 12’ê Adarê bû sembola vîna gelan`

Partiyên siyasî yên li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê destnîşan kir ku Serhildana 12’ê Adarê vîna civakî ya gel rave kir û pêşketinên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên, berhemên têkoşîna şoreşgerî û Serhildana 12`ê Adarê ne.

‘Serhildana 12’ê Adarê bû sembola vîna gelan`
12 adar, 2021   13:55
HELEB

Partiyên siyasî yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê bi boneya salvegera 17`emîn a Serhildana 12`ê Adarê daxuyaniyeke hevbeş da.

Daxuyanî li qada Cebenat a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd hat dayîn. Bi dehan nûnerên partiyên siyasî yên taxê (Partiya Yekitiya Demokratîk, Partiya Sûriya Pêşerojê, Meclisa Sûriya Demokratîk û Partiya Demorkat a Kurd li Sûriyê) tev lê bûn.

Endamê Meclisa PYD`ê Bedran Hemo daxuyaniya hevpar xwend. Di daxuyaniyê de ev yek hate destnîşankirin:

“Îro salvegera 17`emîn a Serhildana Qamişloyê ye ku di 12`ê Adara 2004`an pêk hat. Gelê Sûriyê bi giştî û gelê Kurd bi taybet ew serhildan ji bo xebatên xwe kirin bingeh.

Serhildana Qamişloyê xwedî gelek wate û nîşaneyan e ku vîna civakî ya gelê me rave kir û bû nîşaneya ku li hemberî pergala zordest bêje na.

Wek partiyên siyasî yên li Helebê,em Serhildana 12`ê Adarê bi bîr tînin sembola vîna gel e, em soz didin şehîdên azadiyê ku em ê hewl bidin armancên ku ji bo wan şehîd bûne, pêk bînin. Şoreşa ku îro pêk hatiye, berhema têkoşîna şoreşgerî û Serhildana 12`ê Adarê ye ku ciwanan ji bo wê canê xwe feda kir û gel ji bo azadiya xwe û pêkanîna pergaleke adil ji tevahiya pêkhateyên herêmê tê koşiya û hîna tê dikoşe.

Li gorî wê divê em xwedî berpirsyariyê bin û ji bo avakirina Sûriyeya nû ya demokratîk, pirreng û nenavendî yekitiya kurdî pêk bînin.”

Di dawiya daxuyaniyê de beşdaran sloganên dilsoziya bi şehîdên Serhildana 12’ê Adarê re berz kirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OS9gAwKLUMc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>