‘Şaredariya Gel bi saya mîrateya şehîdan li ser lingan ma’

Şermîn Şaqo diyar kir ku piştî êrişê gel xebatên Şaredariya Gel a Qamişloyê û Rêveberiya Xweser zêdetir hembêz kirin û got "Gelê Qamişloyê û em, bi mîrateya ku me ji şehîdên xwe girtiye, xebatên xwe xurttir dikin."

‘Şaredariya Gel bi saya mîrateya şehîdan li ser lingan ma’
11 adar, 2021   05:17
NAVENDA NÛÇEYAN - ZANA DENÎZ

Di saetên sibê yên 11'ê Adara 2014 'an de çeteyên DAIŞ'ê li dijî Şaredariya Gel a Qamişloyê dema ku xebatkar û rêveberên wan di civînê de bûn, êrişek pêk anî. Çeteyên DAIŞ'ê paşê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî ev êriş girt ser xwe û di êrişê de 11 xebatkarên şaredariyê şehîd bûn.

Yek ji destkeftiyên herî girîng ên şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmeha 2012'an, bêguman xebatên şaredariyên gel in. Di Gulana 2013’an de cara yekê xebatên şaredariyan ji aliyê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ve hatin birêvebirin.

Di wê demê de hem dewleta Tirk û hem jî hikumeta Hewlerê ambargo li ser şoreşa Rojava dimeşand. Di wê demê de li Rojava gel xebatên xwe yên xizmetguzariyê girêdayî sîstema Rêveberiya Xweser berdewam dikirin.

Di pêvajoyeke bi vî rengî de çeteyên DAIŞ'ê ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên destekkirin, li dijî Şaredariya Gel a Qamişloyê ya li kolana Wehdê ya Qamişloyê, êrişeke qirkirinê pêk anî.

Şahidekî êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li dijî Şaredariya Gel a Qamişloyê ya Adara 2014’an Hisên Mihemed hûrgiliyên wê rojê vegotin.

WÊ ROJÊ ÇI BÛ?

/kr/uploads/files/2021/03/10/201139_sehitlerin-mirasi-ile-ayakta-kalan-halk-belediyesi-2.webp

Hisên Mihemed ku di dema êrişa li ser şaredariyê de di parastina avahiyê de bû, serpêhatiyên xwe yên wê rojê wiha vedibêje: "Di 11'ê Adara 2014'an de di saetên sibê de dema ku me civîna yekîneya xwe ya ewlekariyê pêk dianî, teqîn û gulebaran pêk hat. 2 zilaman bi çekên ku di bin çakêtên xwe de veşartibûn, êriş kir. Destpêkê êrişî hevalê me yê nobedar şehîd Mûsa kirin û di vê êrişê de hevalê me şehîd bû. Êrişa din jî li dijî 2 hevalên jin ên li benda kontrolê bûn. Di vê êrişê de her du hevalên me yên jin jî şehîd bûn.”

Mihemed diyar kir ku di destê çteyekî de gelek bombe hebûn û wiha got: “Çete berê xwe didin odeya malîyê ya li qata jorê. Di odeya malîyê de du hevalên me yên jin ên bi navên Helebçe û Emîne şehîd dibin."

‘EW ROJA TARÎ TÊ BÎRA MIN’

Hisên Mihemed got hevalekî wan ê din ê asayîşê nehişt ku çete êrişî odeyên din bikin û wiha axivî: “Çeteyek li ser  bersivdayîna hêzên ewlekariyê tê kuştin û çete derdikevin odeya malîyê û berê xwe didin odeyeke din. Hevalê Fehed beriya ku çeteyê DAIŞ'ê êrişê pêk bîne, wî dibîne. Dema ku çete hewl dide bombeyekê biavêje, Fehed xwe diavêje ser serê çete, wî hembêz dike û bombe diteqe. Piştre dema em derketin û me lê nihêrî, cenazeyê hevalê Fehed parçe bûbû. Çi dema ez qala wê dikim, ew roja tarî tê bîra min. Hemû hevalên me yên şehîd ketin, di şaredariyê de ji bo xizmeta gelê xwe dixebitîn.”

Mihemed diyar kir ku bi êrişa çeteyan a li ser Şaredariya Gel a Qamişloyê xwestin tirsê di nava gel de belav bikin û got armanca çeteyan astengkirina serkeftina Rêveberiya Xweser bû. Hisên Mihemed wiha domand: "Armanca wan ew bû ku nehêlin gel ji bo azadiya xwe şer bike. Heke armanca wan ne tirsandina gel bûya, wê berê xwe bidana saziyên leşkerî, armanca wan a bingehîn belavkirina tirsê li nava raya giştî bû. Lê belê negihîştin armancên xwe. Belê, rast e hevalên me şehîd ketin, lê niha bi hezaran kes li şaredariyan xizmet dikin, şûna hevalên xwe yên şehîd tijî dikin. Em hîn li ser rêya şehîdên xwe dimeşin."

Mihemed diyar kir ku komên çete yên ku bi taybet ji aliyê hin hêzan ve tên destekkirin, hê jî hewl didin di nava gel de krîzê çêkin û got: “Dewleta Tirk û hikumeta Şamê ku destekê didin çeteyên mîna Dîfa Wetenî û DAIŞ'ê, êrişên xwe yên tevlihevkirinê didomînin. Bi taybet saziyên Rêveberiya Xweser dikin hedef. Gel pirsgirêkên xwe li saziyên Rêveberiya Xweser çareser dikin. Rêveberiya Xweser û şaredarî hêza xwe ji gel digirin, heta ku gel piştgiriya xebatên şaredariyê bike, kesên ku dixwazin tovê nebaşiyê di nava me de biçînin, dê bi ser nekevin.”

‘BI TAYBET XEBATÊN RÊVEBERIYA XWESER KIRIN ARMANC’

/kr/uploads/files/2021/03/10/201238_sehitlerin-mirasi-ile-ayakta-kalan-halk-belediyesi-1.webp

Hevseroka Desteya Şaredariyan û Jîngehê ya kantona Qamişloyê Şermîn Şaqo jî li ser êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya di 11'ê Adara 2014’an axivî. Şermîn Şaqo anî ser ziman ku piştî şoreşa Rojava, gava yekemîn a aliyê Rêveberiya Xweser ew bû ku dest bi avakirina şaredariyan kir û wiha pê de çû: “Gelê Qamişloyê bi dilxwazî xebatên xwe di şaredariya gel de berdewam dikin. Ev rewş nehate qebûlkirin û  pergalên dagirker û çeteyên DAIŞ'ê êriş lê kir. Modela Rêveberiya Xweser li Rojhilata Navîn modeleke mînak e û sîstemek e ku gel tê de xwe bi rê ve dibe. Di wê demê de çeteyên DAIŞ'ê bi hewldana tesfiyekirin û paşvebirina vê sîstemê êrişî şaredariyê kir.”

‘GEL LI ŞAREDARIYÊN XWE BÛ XWEDÎ’

Şermîn Şaqo diyar kir ku gel piştî êrişê xebatên şaredariyê û Rêveberiya Xweser bi hêztir hembêz dike û got: “Em jî wek gelê Qamişloyê xwe dispêrin şehîdên xwe û bi hêztir wan hembêz dikin. Bi vê prensîbê em ji wê demê ve bê navber xebatên xwe didomînin. Em bi zêdekirina kar û xebatên xwe, xizmeta gelê xwe didomînin.”

Şermîn Şaqo diyar kir ku êrişên li dijî sazî û xebatkarên Rêveberiya Xweser berdewam in û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ'ê ku dewleta Tirk piştgiriyê dide wan, êrişên xwe yên li ser şoreşa Rojava didomînin. Armanca van êrişan saziyên Rêveberiya Xweser in ku xizmetê ji gel re pêşkêş dikin. Di teqîna din a li Qamişloyê ya beriya 2 salan de 2 xebatkarên şaredariyê jiyana xwe ji dest da. DAIŞ û çeteyên mîna wê yên bi piştgiriya dewleta Tirk, bi berdewamî Qamişloyê dikin hedef û sedema vê jî ew e ku Qamişlo bajarekî stratejîk û gel bi hev re lê dijîn.”

Şermîn îşaret pê kir ku êrişên çeteyan nikarin têkoşîna wan asteng bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em wek jin cihê xwe di saziyên Rêveberiya Xweser de digirin. Di hemû êrişan de berdêlên herî giran jin didin. Xebatên Rêveberiya Xweser bi taybet ji ber ku xwe dispêrin azadiya jinan, hedef tên girtin. Di heman demê de ew çete ji rizgarkirina jinan û belavbûna şoreşa Rojava li herêmê, ditirsin. Wek jin em ê jî bê tirs tê bikoşin.”