Koçberên Efrîn û Serêkaniyê: Rêveberiya Başûr çawa kujerên zarokên me pêşwazî dike?

Koçberên ji Efrîn û Serêkaniyê diyar kir ku rêveberên hikumeta Başûrê Kurdistanê û ENKS kujerên zarokên wan û yên ew koçber kirin, pêşwazî kirin.

Koçberên Efrîn û Serêkaniyê: Rêveberiya Başûr çawa kujerên zarokên me pêşwazî dike?
11 adar, 2021   00:38
HESEKÊ – DIYAR EHMED

Serdana serçeteyê bi navê Nesir El-Herîrî û şandeya bi wî re ji herêma Başûrê Kurdistanê re û pêşwazîkirina wan ji aliyê rêveberên herêmê ve nerazîbûnek li gel gelê Kurd bi giştî û bi taybet li gel koçberên ji Efrîn û Serêkaniyê çêkir.

Koçberan got kesên ku hikumeta Başûr ew pêşwazî kirin, ew çete bûn ku bûn sedema koçberkirina wan û kujerên zarok û ciwanên wan in.

Piştî serdanê ku 3 rojan dewam kir, cîgirê Nesir El-Herîrî, Abdulhekîm Bişar ku nûnertiya ENKS`ê di nava îtîlafê de dike, di hevpeyvînekê de got ENKS dê meclisên herêmî û rêveberiya herêmê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi rê ve bibe.

Têkildarî serdanê, koçberên ji Efrîn û Serêkaniyê ji ANHA`yê re axivîn.

/kr/uploads/files/2021/03/10/201413_-.webp

Îbrahîm Elo ku ji koçberên Serêkaniyê ye, wiha axivî: "Beriya çend rojan me dît ku şandeyek ji çeteyan an jî em bêjin ku Ebû Bekir El-Bexdadî serçeteyê DAIŞ`ê bi cilên îtîlafê, serdana herêma Başûrê Kurdistanê kir û 3 rojan serdana wî dewam kir. Ji wir êrişî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hêzên wê yên leşkerî kir."

Îbrahîm Elo wiha domand: "Ji hundirê herêma Başûrê Kurdistanê çeteyê bi navê Nesir El-Herîrî îdia kir ku wan Efrîn û Serêkaniyê ji terorîstan rizgar kirine, lê em dibêjin ku divê ew û kesên ji ENKS`ê ku ew pêşwazî kirin, li xwe vegerin da ku ji wan re were xuyakirin ku kî terorîst e û kî bû yê ku em koçber kirin, malên me hilweşandin û bajarên me kirin çavkaniya terorê."

Îbrahîm Elo da zanîn ku El-Herîrî û alîgirên wî û yên ku destekê didin wan, ew bi xwe çeteyên DAIŞ`ê ne, xwe di bin cilên fermî û li pişt maseyan vedişêrin û wiha dewam kir: "Çawa kesên li herêma Başûrê Kurdistanê yên ku îdia dikin ku Kurd in, wijdana wan tehemul kir û êşa me nehat bîra wan. Her wiha nehat bîra wan ku El-Herîrî û yên bi wî re em ji malên me koçber kirin, zarokên me kuştin û malên me talan kirin."

'BI NAVÊ KURDAYETIYÊ DIAXIVIN LÊ EW ÇETEYÊN DEWLETA TIRK IN'

Îbrahîm Elo destnîşan kir ku kesên ku îdia dikin pararêzvanên doza kurdî ne, mîna Abdulhekîm Beşar, Fûad Elîko, Mûstefa Cûma û Îbrahîm Biro, ew tenê çeteyên dewleta Tirk in û li pereyan digerin. Îbrahîm Elo tekez kir ku ENKS û rêveberiya wê îdia dikin ku dê nivîsgehên xwe li bajarên dagirkî vekin da ku îsbat bikin ku ew nikarin tu tiştî bêyî fermanên dewleta Tirk û çeteyên wê bikin.

Îbrahîm Elo diyar kir ku endamên ENKS`ê û kesên ku îdia dikin ku Kurd in, di rastiyê de tenê lîstokên di nava opozîsyon û çeteyan de ne.

Îbrahîm Elo diyar kir ku ew wek koçberekî ji Serêkaniyê dema dibîne ew bi îtîlafê re rûniştî ne, lanetê li wan tîne, ji ber ew alîgirên kesên ku ew koçber kirin û bi zimanê Erdogan diaxivin.

'KESÊN KU LI HEWLÊRÊ RÛNIŞTIN DI SALA 2013`AN DE PÊ LI ALA KURDÎ KIR'

/kr/uploads/files/2021/03/10/201435_-.webp

Koçberê bi navê Osman Muslim ê ji Serêkaniyê jî wiha axivî: "Di sala 2021`an de hêviyeke me ji hikumeta Başûrê Kurdistanê hebû, lê em matmayî man dema ku çete Nesir El-Herîrî yê ku em koçber kirin, pêşwazî kir."

Osman Muslim bi bîr xist ku di sala 2013`an de dema çete derbasî bajarê Serêkaniyê bûn, yek ji ciwanên Kurd ala kurdî rakir, lê çeteyan êrişî wî kir, pê li ala kurdî kir û wiha domand: "Diviyabû ku di wê demê de rastiya îtîlaf, opozîsyon, çete û diminatiya wan ji Kurdan re nas bikirana. Lê mixabin em dibînin ku serdana Başûrê Kurdistanê dikin û bi rêveberên wê re rûdinin."

Osman Muslim wiha dawî li axaftina xwe anî: "Abdulhekîm Beşar ê ku îdia dike ku dê nivîsgehên xwe li bajarên dagirkirî veke, çima heta niha venekirine. Heke vekin jî dê di bin ala çeteyan û ala dewleta Tirk de bin. Tu carî nikarin ala kurdî li wan bajaran rakin."

'DAGIRKER TU CUDAHIYÊ NAXIN NAVBERA PARTIYAN'

/kr/uploads/files/2021/03/10/201453_-.webp

Ehlam Umer jî ku ji koçberên Efrînê ye, wiha got: "Tişta ku beriya çend rojan ji aliyê hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê ve çêbû ku pêşwazîkirina çete Nesir El-Herîrî û daxuyaniyên ENKS`ê bûn ku dê nivîsgehên xwe li bajarên dagirkirî vekin, tekez dike ku ew di plana li dijî gelê Kurd de yek in."

Ehlam wiha domand: "Keça min şehîd e. Ji bo parastina gel û xaka xwe di êrişa dewleta Tirk a li ser bajarê Efrînê de şehîd bû. Balafirên dewleta Tirk tu cudahî nexist navbera partî, leşker û sivîlan."

'DIVÊ GELÊ KURD RASTIYÊ NAS BIKE'

Dayika Ehlam destnîşan kir ku kesên ku li herêma Başûrê Kurdistanê dibêjin ew Kurd in, dema çeteyên DAIŞ`ê êrişî Şengalê kir, hêzên wan reviyan, êzidî di nava hovîtiya DAIŞ`ê de hiştin û wiha dewam kir: " Ji bo wê jî em matmayî namînin heger tişta ku anîn serê Şengal û şêniyên wê, bînin serê me jî."

Ehlam Umer peyamek ji ENKS`ê re şand û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê mirovatî û rûmeta we beriya her tiştî hebe. Beriya ku hûn bifikirin ku nivîsgehên xwe li herêmên dagirkirî vekin û Kurdên wê koçber bûne, divê hûn êşa me hîs bikin û tişta ku çeteyên îtîlafê bi serê me û gelê me de anî, hûn bizanin. Dema em we dibînin li Tirkiyê bi serok û kesayetên girîng re rûniştî ne, ev yek me diêşîne. Gotinên we dema ku hûn xwe wek parêzvanên Kurdan nîşan didin, me diêşînin lê belê hûn alîgirên wan kesan in ku me tune dikin."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/H3dqWWsyqh0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>