Netanyahu dê sibe bi Bin Zayid re li Îmaratê bicive

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê, tê payîn ku serokê hikumeta Îsraîlê Benjamin Netanyahu sibe serdana Îmaratê bike.

Netanyahu dê sibe bi Bin Zayid re li Îmaratê bicive
10 adar, 2021   19:21
XEZA

Dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê li ser zimanê berpirsê nivîsgeha Netanyahu ragihand ku dê sibe Netanyahu serdana Îmaratê bike û bi mîr Mihemed Bin Zayid re bicive.

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê, tê payîn ku tenê serdana çend saetan bidome.

Li aliyekî din jî kanala "Kan" a Îsraîlê eşkere kir ku dê sibe Netanyahu tevî weliyê Erebistana Siûdiyê Mihemed Bin Selman serdana Îmaratê bikin û diyalogên pêk bînin.

Ev serdan beriya 10 rojan ji hilbijartinên Knessetê pêk tê, her wiha beriya wê jî 3 caran hilbijartin di vê mehê de hatin paşxistin. Lê beriya wê jî di raporên Îsraîlê de hatin ragihandin ku Îmarat pêşwazîkirina Netanyahu red dike, da ku serdan bandore li hilbijartinên Îsraîlê neke.

(fr)