Şêniyên Dirbêsiyê: Şerm e ku Başûrê Kurdistanê kujerê zarokên gelê Kurd pêşwaz bike

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê li ser pêşwazîkirina Nesir El-Herîrî ji aliyê hikumeta Başûr û PDK`ê ve li Hewlêrê hêrsa xwe nîşan da û got: “Çeteyekî ku destên wî di kuştina bi sedan zarokên gelê Kurd li Efrîn û Serêkaniyê de heye, çawa li ser xaka pîroz a Kurdistanê tê pêşwazîkirin?”

Şêniyên Dirbêsiyê: Şerm e ku Başûrê Kurdistanê kujerê zarokên gelê Kurd pêşwaz bike
11 adar, 2021   02:37
HESEKÊ-OLVA HAC MANSÛR

Di 2`yê Adarê de şandeyeke çeteyên bi navê “Îtîlafa Nîştimanî ya Hêzên Şoreşê û Opozîsyona Sûriyê” bi serokatiya çeteyê bi navê Nesir El-Herîrî serdana Başûrê Kurdistanê kir û bi serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî re civiya.

El-Herîrî di serdana xwe de êrişî gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê kir û gotinên ji derveyê rêzê kirin, lê hikumeta Başûrê Kurdistanê û çapemeniyê wê li hemberî wan axaftinan tu bertek nîşan neda. Gelê Kurd jî ew serdan bi “îxaneta” doza kurdî bi nav kir.

 ‘EYNIYA DAIŞ`Ê’

/kr/uploads/files/2021/03/10/200347_-.webp

Welatiyê bi navê Salih Elî bi hêrs got “Çete Nesir El-Herîrî kî ye û nûnertiya kê dike? Em hemû dizanin ku ew nûnertiya aliyê terorîst ê çekdar ê opozîsyona Sûriyê dike, ew eniya siyasî ya DAIŞ`ê ye.”

Elî diyar kir ku destên çeteyê bi navê El-Herîrî di kuştina bi sedan zarokên gelê Kurd li Serêkaniyê û Efrînê de heye û wiha domand: “Wî bi hezaran zarokên me koçber kirin, xaka me dagir kir û xêr û bêrên me talan kirin. Şerm e ku hikumeta Başûrê Kurdistanê ku parçeyekî xaka Kurdistanê ye, kujerên zarokê xwe pêşwaz bike.”

ÇAWA ÇETE LI SER XAKEKE PÎROZ TÊN PÊŞWAZÎKIRIN?

/kr/uploads/files/2021/03/10/200420_-.webp

Welatiyê bi navê Welat Ehmed jî serdana çete Nesir El-Herîrî ji Başûrê Kurdistanê re şermezar kir û got: “Di demekê de ku gelê Kurd li benda yekkirina refa kurdî ye, hikumeta Başûr û serokê PDK`ê Mesûd Barzanî çete Nesir El-Herîrî li ser xaka Kurdistanê ya pîroz pêşwaz dike.”

Welat Ehmed ji bêdengiya hikumeta Başûr û  ENKS’ê li hemberî daxuyaniyên El-Herîrî ku li parlamantoya kurdî dane ku QSD, YPG û YPJ`ê bi terorîstan bi nav kiribû, şoq ma û bi domdarî got: “Wan hêzan ji bo pêkanîna aramî û ewlehiyê ji bo gelên herêmê û parastina gel ji çeteyên Nesir El-Herîrî, bi hezaran şehîd da.”

 ‘RÛREŞÎ YE’

/kr/uploads/files/2021/03/10/200438_-.webp

Welatiyê bi navê Zêdan Nûh jî got: “Şerm e ku serok Mesûd Barzanî kujerê zarokên gelê Kurd li ser xaka Kurdistanê pêşwaz bike, ku ew bû sedema koçberkirina gelê me ji malên xwe.”

Nûh destnîşan kir ku beriya çenda rojan El-Herîrî bi daxuyaniyekê diyar kir ku ziman û çanda gelê Kurd nîn e û got: “Gelo Mesûd Barzanî çawa vî çeteyî ku bi ziman û nasnameya gelê wî îtîraf nake, pêşwaz dike?”

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pD2edBmQIL4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>