Hêzên Ewlekariya Hundirîn 30 çeteyên şaneyên DAIŞ`ê girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveya hemleya paqijkirinê ya ku li Hesekê daye destpêkirin de, 30 endamên şaneyên DAIŞ`ê girtin, çek û cebilxaneyên bi wan re jî desteser kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn 30 çeteyên şaneyên DAIŞ`ê girtin
10 adar, 2021   16:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çapemeniya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi daxuyaniyekê ev hemle û encamên wê eşkere kir û ev yek ragihand: "Hêzên me li bajarê Hesekê sibeha 10`ê Adarê li dijî şaneyên veşartî yên terorîst ên girêdayî rêxistina DAIŞ`ê, hemleyeke berfireh dest pê kir, di encamê de hêzên me girtin ser baregehên van şaneyên terorîst ku destên wan di êrişên li dijî sivîlan de hebûn. Piştî li herêmên bajarê Hesekê û gundewarên wê ev şane belav bûn, ev hemle hate destpêkirin û di encama wê de 30 terorîstên ku navên wan di nava lîsteya kesên ku hêzên me ew dixwestin de bûn. Li gel van şaneyan gelek çek û çilên leşkerî hebûn ku di operasyonên xwe yên terorane bi kar dianîn, desteser kirin.

Di dawiyê de em wekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn soz didin gelên xwe yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku em ê li dijî êrişên ku ewlehî û aramiya wan dikin armanc, mertalên zindî bin û piştrast dikin ku em ê şopdarên rêya şehîdan bin heta ku li tevahiya herêmên xwe aramî û ewlehiyê misoger bikin."

(eh)

ANHA