MXDŞ hişyarî da: Eger ne bi diyalogê bi şer werin ser êzîdiyan, wê bê bersiv nemînin

Desteya Rêveber a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ)civîneke awarte di bin kona piştgiriya Asayîşa Êzidxan li dar xist, ew jî piştî gefên PDK’ê û hikumeta Iraqê ya bi hewldana derxistina Asayîşa Êzidxan ji Şengalê pêk hat.

MXDŞ hişyarî da: Eger ne bi diyalogê bi şer werin ser êzîdiyan, wê bê bersiv nemînin
10 adar, 2021   16:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Rêveber a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ)piştî civîna awarte, ya dijî gefên li ser Şengalê daxuyaniyek da û wiha tê de hatine gotin: “Ji bo mafên gelê Şengalê bi rêyên diyalogê bên garantîkirin, me heya niha serdana gelek merciyên olî, hikûmî û siyasî yên Iraqê kiriye û wan soz dane me ku daxwazên me berçav bigirin. Lê diyar e ku sozên xwe pêk naynin. Em ji vir dibêjin, em şer naxwazin, lê eger ne bi diyalogê bi şer werin, wê bê bersiv nemînin. Gelê Şengalê dest ji mafên xwe bernade, divê hemû êzîdiyên cîhanê jî piştgiriyê bidin îradeya êzîdiyan a li Şengalê.”

Desteya Rêveber a Meclîsa Xweser a Şengalê (MXDŞ) bi amadebûna, nûnerên PADÊ, TAJÊ û hemû sazî û dezgehên Şengalê îro li ser gefên li dijî Êzîdxanê û Rêveberiya Xweser û hêzên parastinê bi awayekî awarte civiyabû. Desteyê piştî civînê bi amadebûna gelê Şengalê encama civînê bi daxuyaniyekî eşkere kir. Bi navê gelê Şengalê Endamê Meclîsa Rêveber a Şengalê, Hesen Hecî axivî.

Hesen Hecî diyar kir, ji dema DAIŞ li Şengalê têkçûye heya niha, komplo li pey hev li dijî gelê Şengalê tên pêkanîn û wiha axivî, “Ji dema DAIŞ li Şengalê têkçûye heya niha bê navber komplo li ser Şengalê tên pêkanîn. Em dibêjin, gelo çi ji gelê Şengalê dixwazin? Çawa gelê Şengalê vegeriyan ser cih û warê xwe, rewşa wan baş bû, dest bi jiyana xwe kirin careke din komplo xistin dewrê.”

‘HIKÛMETA IRAQÊ BI VAN SÛCAN DIBÊJE, EM WE NAS NAKIN’

Hesen Hecî da zanîn ku gelê Şengalê êdî gihiştiye wê astê ku xwe bi xwe bi rê ve bibe, zarokên Şengalê dikarin parastina axa xwe bikin û wiha pê de çû; “ Tiştên ku niha li Şengalê hene bi tu awayî dijî qanûnên Iraqê nîn e. Hikûmeta Iraqê bi van pêkanînan dibêje, em hebûna we qebûl nakin, nasnameya we nas nakin, tu mafekî we di vê dewletê de nîn e! Ev şaş sal e, bi dehan car me serdana Bexda, Necefê, hemû rayedarên hikûmetê  kir hemû jî soz dane me, lê heya niha yek sozên xwe pêk neanîne.”

Endamê Meclîsa PADÊ Hesen Hecî da zanîn ku duh rayedarên hikûmeta Iraqê ji wan re gotine, em hebûna we ya li vir û hêzên we yên parastinê qebûl nakin û wiha dirêjî bi axaftina xwe da; “Di çarçoveya pêkanîna peymana Bexda-Hewlêrê de duh ji me re gotin, em hebûna we û parastina we qebûl nakin. Ji me koletiyê dixwazin. Em ji Iraqê re dibêjin, eger hûn ê  qanûnên xwe pêk bînin, bila ji bo hemû gelên Iraqê bi awayekî wekhev pêk bên."

Hesen Hecî da zanîn ew timî alîgirê rêbazên diyalogê bûne, lê, “Em dîsa dibêjin, em şer naxwazin, ji diyalogê re vekirîne û deriyê me ji guftugoyê re vekiriye. Lê eger bixwazin bi êrîş û tehdîtan bên ser me, em bi eşkere dibêjin, wê bê bersiv nemînin. Dibêjin bes e, dawî li van komployan bînin. Jixwe heya niha we tu xizmetek ji bo gel nekiriye, tenê li pey komployan bûne.”

‘BILA ÊZÎDÎ XWEDÎ LI ŞENGALÊ DERKEVIN’

Hesen Hecî bang li hemû Êzîdiyên li her devereke cîhanê kir, ku ji bo parastina mafên sereke yên gelê Şengalê bi yekrêzî xwedî lê derbikevin û got, “ Ji bo em maf, nasname û Êzîdîtiya xwe li Iraqê biparêzin, divê Êzîdiyên li Şengalê û li herderê xwedî li Şengalê derkevin.”

‘EM DIXWAZIN XWE BIRÊVEBIBIN Û BIPARÊZIN’

Hesen Hecî her wiha diyar kir Papayê Vatîkanê ji bo şopandina rewşa ol û baweriyan serdana Iraqê kir, lê hîn negihîştiye cihê xwe komployek din dijî Êzîdiyan xistine meriyetê û ev tişt ji bo Iraqê got; “Eger baweriyên kêmîne yên li vir naxwazin, divê wê demê alternatîfek din pêşkêş bikin? Bila bihêlin em xwe bixwe birêve bibin, xwe biparêzin û pêşî li fermanan bigirin.”

‘EGER HÛN NE BI DIYALOGÊ BI ŞER WERIN, EMÊ BERSIVÊ BIDIN’

Hesen Hecî di dawiya daxuyaniya xwede careke din hişyarî da û diyar kir, ew naxwazin li Şengalê şer rû bide û ev bang li hikûmeta federal kir; “Eger hun bi artêşa xwe bên ser me, emê jî bersivê bidin. Divê baş zanibin em carek din neheqiyê qebûl nakin û dest ji daxwazên xwe yên sereke bernadin. Heya rêya diyalogê hebe, emê li gel vê rêbazêbin, lê eger vê rêyê esas negirtn, divê herkes bizane wê êrîş dijî Şengalê pêk were û bûyerên nayên xwestin rû bidin.”

Di civînê de biryar hate girtin ku sibe xelkê Êzîdî meşeke girseyî li navenda Şengalê lidarbixe. Wê Şengaliyên li gund û navçeyan jî beşdarê vê meşa navendî bibin û nerazîbûn nîşana zext û tehdîtan bidin.

Zêdeyî 100 roj e, Şengalî ji bo piştgirîdayîna Asayîşa Êzîdxanê li bin konê li gel asayîşê nobetê digirin