Li rojhilatê gundewarê Dêrazorê kesên nenas sivîlekî din qetil kirin

Li bajarokê Cidêdit El-Igêdad a gundewarê rojhilatê bajarê Dêrazorê kesên nenas îro sivîlek qetil kirin.

Li rojhilatê gundewarê Dêrazorê kesên nenas sivîlekî din qetil kirin
10 adar, 2021   15:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî diyar kir ku îro çekdarên nenas welatiyê bi navê Ebdulrezaq Ebd El-Mecîd Îsa yê ji şêniyên Meyadîn ku li bajarokê Cidêdit El-Igêdat bi cih bûye, qetil kirin.

Sedema bûyerê û nasnameya kesên çekdar hîn jî nehatiye naskirin.

(eh)

ANHA