Li Qamişloyê cil û bergên Kurdî bi boneya Roja Cil û bergên Kurdî hatin pêşandan

Bi boneya Roja Cil û Bergên kurdî îro Komîna Rojava a Govendan li navenda Mihemed Şêxo a Çand û Hûnerê ya li bajarê Qamişloyê cil û bergên kurdî pêşandan.

Li Qamişloyê cil û bergên Kurdî bi boneya Roja Cil û bergên Kurdî hatin pêşandan
Li Qamişloyê cil û bergên Kurdî bi boneya Roja Cil û bergên Kurdî hatin pêşandan
Li Qamişloyê cil û bergên Kurdî bi boneya Roja Cil û bergên Kurdî hatin pêşandan
Li Qamişloyê cil û bergên Kurdî bi boneya Roja Cil û bergên Kurdî hatin pêşandan
Li Qamişloyê cil û bergên Kurdî bi boneya Roja Cil û bergên Kurdî hatin pêşandan
Li Qamişloyê cil û bergên Kurdî bi boneya Roja Cil û bergên Kurdî hatin pêşandan
Li Qamişloyê cil û bergên Kurdî bi boneya Roja Cil û bergên Kurdî hatin pêşandan
10 adar, 2021   17:48
QAMIŞLO

Jin û mêrên ku beşdar bûbûn, cilên ji tevahî herêmên Kurdistanê li xwe kiribûn.

Pêşandana cil û bergan bi gotina endamê Rêveberiya Komîna Rojava ya Govendan Ridwan Kêret ê ji pêkhateya ereb dest pê kir û got: "Di vê rojê de min xwest ez cilên kurdî li ber xwe bikim, ji ber ku  ez ji biratiya gelan li bajarê xwe hez dikim û bandora vî cilî gelekî li ser dilê min heye."

Lêkolîner û wêjevanê Kurd Salih Heydo jî axivî û Roja Cil û Bergên Kurdî li  hemû beşdaran pîroz kir û îşaret bi girîngiya cil û bergên kurdî, cudabûna cil û bergên kurdî yên di navbera herêmên Kurdistanê de kir, nexasim li Rojavayê Kurdistanê.

Salih Heydo di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya parastina mîrateya cil û bergên kurdî û destnîşan kir ku çanda wan vedigere beriya 4 hezar salan.

Piştî axaftin bi dawî bûn, cil û bergên kurdî ku ji hemû herêmên Kurdistanê ne ji aliyê jin û mêrên beşdar bûbûn ve hatin pêşandan.

Dûvre govend hate gerandin.

(eh)

ANHA