Cîgirê nûnerê Amerîka ji Sûriyê re û Daîreya Têkiliyên Derve rewşên herêmê nîqaş kirin

Cîgirê nûnerê Amerîkayê yê taybet bi Sûriyê David Braunstein serdana Daîreya Têkiliyên Karên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Cîgirê nûnerê Amerîka ji Sûriyê re û Daîreya Têkiliyên Derve rewşên herêmê nîqaş kirin
10 adar, 2021   15:19
NAVEND NÛÇEYAN

Îro daîreyê li navenda bajarê Qamişloyê pêşwaziya David Braustein û şandeya pê re kir.

Li gorî malpera fermî ya daîreyê hevserokê Daîreya Têkiliyên Karên Derve Abdulkerîm Umer û her du cîgir Fener El-Giêt û Ebîr Êliya pêşwaziya David Braustein kir.

Li gorî malperê her du aliyan li ser rewşa Sûriyê bi giştî û rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, her wiha nîqaşa çareseriya siyasî ya li Sûriyê, girîngiya rola koalîsyona navneteweyî ya di hemû qadan siyasî, aborî, ewlekariyê û mirovî yên li herêmê de nîqaş kirin.

(eh)

ANHA