‘Em ê li hemberî tevahiya êrişan li ber xwe bidin’

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Hesekê di merasîma oxirkirina şehîdekî û eşkerekirina nasnameya 6 şehîdên din de piştrast kir ku ew ê li hemberî hemû êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê li ber xwe bidin.

‘Em ê li hemberî tevahiya êrişan li ber xwe bidin’
10 adar, 2021   15:15
HESEKÊ

Îro bi sedan şêniyên Hesekê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mihêdî El-Iwêd (Dilşêr) oxir kir ku di 5`ê Adarê de li herêma Şehêl a Dêrazorê şehîd bûbû.

/ar/uploads/files/2021/03/10/133053_99-28229-28large29.webp

Şêniyan cenazeyê şehîd Dilşêr ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan wergirt û piştre bi karwaneke wesayîtan berê xwe da Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê ya li bakurê Hesekê.

Li goristanê piştî deqeya rêzgirtinê, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Ehmed Esed û ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Hisên Selmo axivîn.

/ar/uploads/files/2021/03/10/132952_ahmd-asad-28large29.webp

Ehmed Esed sersaxî ji malbata şehîd re xwest û destnîşan kir ku şehîdan ji bo parastina welat û gel canê xwe feda kir.

Esed diyar kir ku şehîdan bi rêya keda xwe gelên herêmê kirin yek û wiha domand: “Şehîdan ji bo biserêxistina projeya neteweya demokratîk tê koşiya.“

/ar/uploads/files/2021/03/10/133016_hsyn-slmw-28large29.webp

Ji aliyê xwe ve fermandar Hisên Selmo got: “Dewleta Tirk a dagirker bi tevahiya rêbazan hewl dide vîna me bişikîne. Lê bi saya fedekariyên şehîdan, her car têk diçe.“

Selmo di dawiya gotinên xwe de soza mezinkirina asta têkoşînê û pêkanîna armancên şehîdan da û wiha pê de çû: “Em ê li hemberî tevahiya êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê li ber xwe bidin û Efrîn û Serêkaniyê rizgar bikin.”

/ar/uploads/files/2021/03/10/133205_6-28large29.webp

Paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbata wî kir.

Di merasîmê de nasnameya 6 şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê, QSD û Hêzên Xweparastinê hatin ragihandin ku di dem û cihên cuda de di berxwedana li dijî artêşa Tirk a dagirker de li çiyayên Kurdistanê û bajarên girêdayî kantona Hesekê di berxwedana li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bûbûn.

Navên şehîdan wiha ne:

Mihemed Şêxmûs (Amed Dorşîn), Beşar Ubêd (Zagros Şengal), Xalid Hec Elî (Demhat Bakur), şehîdên Hêzên Xweparastinê Salih El-Ibêd û Beşar El-Îsa û şehîdê QSD`ê Beşar Elî (Zafir).

(şx)

 ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RJFYt5IzdXM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>