​​​​​​​Ji ber hebûna nexşeya Kurdistanê dewleta Tirk aciz bû

Ji ber hebûna nexşeya Kurdistanê li ser yek ji pûlên ku di dema serdana Papa ya ji bo Hewlêrê de hatin nîşandan, Wezareta Karên Derve ya dewleta Tirk gef li berpirsên Başûrê Kurdistanê xwar.

​​​​​​​Ji ber hebûna nexşeya Kurdistanê dewleta Tirk aciz bû
10 adar, 2021   15:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Di dema serdana Papa Fransic a 7’ê Adarê ji bo Hewlêrê de, ji aliyê Wezareta Veguhestin û Gihandinê ya hikumeta Başûrê Kurdistanê ve li Balefirxaneya Hewlêrê 6 pûl hatin çapkirin. Li ser yek ji wan pûlan wêneyê Papa û nexşeya Kurdistanê hebû. Dewleta Tirk li hemberî vê pûla ku nexşeya Kurdistanê li ser hebû, careke din bê tehemûliya xwe ya li hemberî hebûna Kurd û Kurdistanê nîşan da.

Wezareta Karên Derve ya dewleta Tirk daxuyanî da û daxwaza zelalkirinê ji berpirsên Başûrê Kurdisatnê kir û got: “Em li bendê ne ku demildest ev xeletiya metirsîdar sererast bikin.”

Ruxmî wê jî hikumeta Başûrê Kurdistanê hîna jî peywendiyên xurt bi dewleta Tirk re ava dike.

)şx)