Li dibistanên Qamişlo pêşangehên salane hatin vekirin

Li bajarê Qamişlo bi pêşengtiya mamoste û şagirtan li 2 dibistanên seretayî pêşangehên salane hatin vekirin.

Li dibistanên Qamişlo pêşangehên salane hatin vekirin
Li dibistanên Qamişlo pêşangehên salane hatin vekirin
Li dibistanên Qamişlo pêşangehên salane hatin vekirin
Li dibistanên Qamişlo pêşangehên salane hatin vekirin
Li dibistanên Qamişlo pêşangehên salane hatin vekirin
Li dibistanên Qamişlo pêşangehên salane hatin vekirin
10 adar, 2021   11:29
QAMIŞLO

Îro Dibistana Elî Bin Ebî Talib û El-Huriyê yên Qamişlo pêşangeha xwe ya salan e vekirin. Pêşangeh li ser bingeha danasîna folklor û çanda pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat vekirin.

Berhemên pêşangehan bi kaxiz, rês, hirî û..hwd ji aliyê şagirtan ve hatibûn amadekirin. Berhemên ku hatine çêkirin, giranîdayîna xwendina pirtûkan, biratiya gelan û pêkanîna gotinên pêşiyan nişand didan.

Her wiha di pêşangehê de tabloyên ku bi pênûsên zarokan hatibûn neqişandin hebûn.

Malbatên şagirtan, mamoste, rêveberiya dibistanan û endamên komînên nêzî dibistanê jî serdana pêşangehê kirin.

Pêşangeh ji aliyê zarokên şehîdan ve hate vekirin.

(sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/CPjhKApfnJQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>