ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-03-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-03-2021
10 adar, 2021   05:00

-Şêniyên kantona Hesekê bi merasîmekê cenazeyê şervanekî YPG'ê li goristana Şehîd Dijwar vedişêrin, saet 14:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Bijîşk û hiqûqnasên bajarê Kobanê banga eşkerekirina rewşa rêber Abdullah Ocalan kirin û gotin: "Tecrîd li dijî qanûnên dewleta Tirk û yên navneteweyî ye. Rêber Abdullah Ocalan di bin navê tecrîdê de ji mafên xwe bêpar hatiye hiştin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Cîgirê hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fener El-Kiêt diyar kir ku pêwîst e çeteyên DAIŞ’ê werin darizandin û da zanîn ku pêşniyara berfirehkirina girtîgehê pêngavek e, lê têrê nake ku bibe çareya dawîn a dosyaya çeteyan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Komîna Roj a Dîlanan a girêdayî Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk, pêşangeheke cil û bergên foklorî li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo organize dike, saet 15:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Serokê Yekitiya Cotkarên Reqayê bal kişand li ser qutkirina ava çemê Firatê  ji aliyê dewleta Tirk ve li ser Sûriyê û hişyarî da ku heger dewleta Tirk şerê avê bidomîne dê kareseteke mezin çêbibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevserokê Navenda Kehrebê ya Til Temirê got, heger kêmkirina asta ava çemê Firatê berdewam bike, dê kareseteke mirovî rû bide. Her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li Tirkiyê bike da ku para Sûriyê ya avê bide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Aborî ya Dêrazorê 6 jeneratorên avdanê dan komeleyên çandiniyê yên gundewarên rojhilat. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberiya Kampa Girê Spî têkildarî çirava li nêzî kampê, hişyariya belavbûna nexweşiyan kir, her wiha bang li aliyên peywendîdar kir ku bi lez vê pirsgirêkê çareser bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA