Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişlo hat bi bîranîn

Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê û Yekitiya Hunermendan bi boneya salvegera 32`yemîn a wefata hunermend Mihmed Şêxo merasîmeke li hola Zanîngeha Rojava li dar xist.

Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişlo hat bi bîranîn
Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişlo hat bi bîranîn
Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişlo hat bi bîranîn
Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişlo hat bi bîranîn
Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişlo hat bi bîranîn
9 adar, 2021   19:21
QAMIŞLO

Endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, Yekitiya Hunermendên Herêma Cizîrê, malbat û hevalên hunermend Mihmed Şêxo tev li marasîmê bûn.

Li ser ked û xebata hunermend Mihemed Şêxo, endamê Yekitiya Hunermendên Herêma Cizîrê Selman Îbrahîm axivî û got, Mihemed Şêxo ji wan kesên ku di demên herî zor de ku gelê Kurd li hemberî qirkirina çandî û hunerî bû, tekoşîn û berxwedan kir.

Îbrahîm banga şopandina xeta hunermend Mihmed Şêxo kir.

`MIHMED ŞÊXO YEK JI STÛNÊN HUNERÊN KURDISTANI YE`

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso jî axivî û diyar kir ku her tişt dikare dîroka gelan binivîse, bi hunerê jî dîrok tê nivîsandin û wiha domand: "Dîroka me jî bi çandê hatiye parastin, di nava vê çandê de gelek mirovên pak û hêja roleke xwe lîstine. Mihmed Şêxo jî yek ji stûnên hunerên Kurdistanê ye. "

Hiso da xuya kirin ku stran, muzîk û awazên Mihmed Şêxo weke dergûşekê ye ku mîrasek tê de ava kiriye û got: "Heta roja îro, sal bi sal bîranîna wî tê kirin. Dema ku mirov dibêje bîranîn wateyeke wê heye, bîranîn ne tenê em tiştekî bi bîra xwe bînin û biçin, dibe ku em çend axaftinan bikin û biçin, lê li pey me wê çend hunermend stranên wî bibêjin. "

Hiso destnîşan kir kesera yekitiya neteweyî ya hunermend Mihmed Şêxo pê re pir mezin bibû, yekitî û êş gelê Kurd bi zimanê xwe îfade dikir û wiha domand: "Em jî ji bo yekitiyê tekoşînê dikin, em dixwazin yekitiya kurdî pêk bînin û xewn û xeyalan wan nemiran pêk bînin. "

Her wiha birayê hunermedn Mihmed Şêxo, Hac Hemîd Şêxo spasiya beşdaran kir û diyar kir ku kar û xebatên ku Mihmed Şêxo kir, ne ji bo malbata wî bo, lê belê ji bo gelê Kurd bi tevahî bû.

Piştî axaftinan sînevizyonek li ser kurte jiyana hunermend Mihmed Şêxo hat pêşandan.

Piştre endamên Yekitiya Hunermendên Herêma Cizîrê, hunermend Remezan Omerî û Sefqan Orkêş ji stranên Mihmed Şêxo ji beşdaran re pêşkêş kirin.

Hunermend Mihmed Şêxo di sala 1948`an de li gundê Xecokê yê Qamişloyê ji dayik bûye. Di 9`ê Adara 1989`an de di encama krîza dil de li bajarê Qamişlo jiyana xwe ji dest dide û li pey xwe 120 stranî ji gelê Kurd re dihêle.

(sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bdw1RQzkFAE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>