Jinên li eniyên şer: Parastin û ewlehiya herêmên me pîrozkirina 8`ê Adarê ye

Endamên Hêzên Parastina Civakî yên navçeya Zirganê yên li eniyên şer gotin ew bi rêya pêkanîna erkên xwe di parastina ewlehiya herêmê de, Roja Jinan a Cîhanê pîroz dikin û piştrast kir ku ev roj ji bo wan û tevahiya jinan rojeke pîroz e.

Jinên li eniyên şer: Parastin û ewlehiya herêmên me pîrozkirina 8`ê Adarê ye
5 adar, 2021   09:19
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

8`ê Adarê roja têkoşîn û berxwedana jinan a ji bo parastina mafên xwe yên siyasî, civakî û çandî ku bi salan e jê hatine dizîn, tê naskirin.

Diyarkirina vê rojê weke Roja Jinan a Cîhanê bi hêsanî pêk nehat, lê belê jinan bi rêya têkoşîneke xurt ku ji bo bidestxistina mafê xwe di wekheviyê de û bidawîkirina hemû cureyên cudakariyê bi dest xist.

Li Amerîkayê di 8`ê Adar 1908`an de derdora 15 hezar karkerên jin ên kargeha tevnçêkirinê serî li hemberî muçeyên kêm hildan û banga rakirina muçeyan, mafê hilbijartinê, nebikaranîna zarokan kirin û "nan û gul" weke dirûşme di xwepêşendanên xwe de hildan.

Piştî salekê bi heman sedeman, karkerên jin ên kargeha çêkirina tevnê kar boykot kirin û piştî avakirina yekemîn tevgera jinan li welêt hinek maf bi dest xistin. Sala 1909`an cara yekemîn bi cejna jinan pîroz kir û gelek jin tev lê bûn.

Li Rûsyayê jî sala 1917`an jinên ku hevjînên xwe berdane û zarokên wan hebûn, xwepêşendan li dar xistin û banga peydakirina xwarinê ji bo zarokên xwe û bidawîkirina şer kirin. Di encamê de hikumeta demkî piştî hilweşîna qeyser Nicholasê duyemîn mafê hilbijartinê da jinan.

Sala 1910`an jinek bi navê Clara Zetkin di kongreya Copenhangen a li Denmarkê li dar ketiye de, pêşniyar kir ku 8`ê Adarê wek rojekê ji bo jinan bê diyarkirin, lê ev yek pêk nehat. Sala 1977`an piştî erêkirina Neteweyên Yekbûyî ev pêşniyar hat qebûlkirin.

Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê beriya şoreşa 19`ê Tîrmehê ya li Rojava, tu maf bi dest nexistibû û heta ku nedikarî ku ev roj pîroz bikira. Lê piştî şoreşê ev yek hat guhertin, jinan derfetek dîrokî bi dest xist.

Ji bingeha destkeftiyên ku di dîroka têkoşîna xwe de bi dest xistiye, cihekî civakî, siyasî, çandî, aborî û leşkerî girt, maf û axa xwe ji rêxistinên terorîst parast.

Piştî şoreşê, jinên li herêmê bi çanda xwe Roja Jinan a Cîhanê ango 8`ê Adarê pîroz dikin. di nav de endamên Hêzên Parastina Civakî-Jin (HPC-Jin) ên navçeya Zirganê yên ku her tim çek li ser pişta wan in.

Gundên navçeyê li ser eniyên şer bi dewleta Tirk re ne. Jinan ji bo parastina gundên xwe tev li Hêzên Parastina Civakê (HPC) bûn. Rêjeya jinan di vê hêzê de ji sedî 60 e. Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştgiriya vê hêzê dike û herêmê ji şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê yan jî ji hewldanên çeteyên dewleta Tirk diparêzin.

`8`Ê ADARÊ PÎROZ E`

Turfe Hesen Hesen endama Hêzên Parastina Civakî-Jin a navçeya Zirganê ev roj li tevahiya jinan pîroz kir û got: “Ev roj ji bo me û tevahiya jinan pîroz e.”

`BI RÊYA PÊKANÎNA ERKÊN XWE EM VÊ ROJÊ PÎROZ DIKIN`

Turfe wiha domand: “Niha em 8`ê Adarê bi rêya pêkanîna erkên xwe û parastina ewlehiya herêmê pîroz dikin.”

Her wiha Turfe berxwedana jinan silav kir ku rolek pêşeng di şoreşa Rojava de lîstiye, bi taybet jinên ku li eniyên şer axa xwe diparêzin û wiha pê de çû: “Dema jin ji bo parastina axa xwe kar dike, ev tê wateya ku jinên li Rojava ruxmî êrişên rojane hîna li ber xwe didin.”

Turfe di dawiyê de îşaretpê kir ku pêvajoya heyî projeyeke hesas e û ji bo gelên herêmê girîng e.

`JIN JIYAN E AZADÎ`

Ji aliyê xwe ve endama HPC-Jin a navçeya Zirganê Nesrîn Mihemed wiha hestên xwe yên der barê vê rojê de rave kirin: Jinan di şoreşa Rojava de, rolek berbiçav lîst. Vê yekê hêza wê xurtir kir û rê ji tevahiya jnan re ronî kir.

Nesrîn da xuyakirin ku dirûşma Jin jiyan e azadî, piştî serkeftina şoreşa Rojava li ser erkê pêk hat û jin ji her demê bêtir bi hêz û xwedî vîn bûye. Nexasim piştî ku şerê hovantirîn rêxistinên terorê li cîhanê anku DAIŞ`ê.

`ÎTÎRAFEK FERMÎ`

Endama hêzê Wedha Cedio jî got: “Ev roj ji bo jinan, rojek girîng e ji ber ku di vê rojê de bi mafên wê hat îtîrafkirin. Ji bo me îtîrafek fermî bi mafên me ye.”

`JI BO PARASTINA GEŞBÛNA VÊ ROJÊ EM LI BER XWE DIDIN`

Endama hêzê Meryem Qasim ev roj li tevahiya jinan pîroz kir û destnîşan kir ku ew ji bo parastina geşbûna vê rojê li ber xwe didin û tê dikoşin. 

Meryem di dawiyê de xuya kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê her tim jinan dikin hedef, ji lew re bi parastina axa xwe, vê rojê pîroz dikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/26ZxJeOQavg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>