Berxwedana greva birçîbûnê bi îradeyeke xurt dewam dike

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan li dijî tecrîda li Îmraliyê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hat destpêkirin, 99 roj in didome.

Berxwedana greva birçîbûnê bi îradeyeke xurt dewam dike
5 adar, 2021   08:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê di 27’ê Mijdara 2020’an de bi armanca bi dawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ku 21 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F tê girtin û şermezarkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyan bi biryardarî di roja 99’emîn de ji aliyê koma 20’an ve berdewam dike.

MEXMÛR

Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî, li dijî tecrîda li Îmraliyê, bi pêşengtiya jinan di 18’ê kanûna 2020’an de, çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakiya li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dewam dike, di roja 78’emîn de ji aliyê koma 38’an ve berdewam dike.

YEWNANISTAN

Welatiyên li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî, ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û piştgiriyîdayîna çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê hat destpêkirin, 2 meh li pey xwe hiştin.

(cx)