Rojnameyên erebî: Herîrî Hizbullahê bi dirêjkirina aloziya hikumeta Lubnanê tawanbar dike

Ebdulhemîd Debîba hikumeta xwe ya nû pêşkêşî parlamentoyê kir. Li aliyekî din serokwezîrê Lubnanê Saad Herîrî Hizbullaha Lubnanê bi dirêjkirina aloziya avakirina hikumetê tawanbar kir.

Rojnameyên erebî: Herîrî Hizbullahê bi dirêjkirina aloziya hikumeta Lubnanê tawanbar dike
5 adar, 2021   09:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro têkildarî mijara Lîbyayê, her wiha rewşa Lubnanê û nakokiyên aliyan û aloziya di navbera Îmarat û Îranê de li ser mijara her sê giravan, nivîsandin.

`DEBÎBA HIKUMETA XWE YA NÛ JI PARLAMENTOYÊ RE PÊŞKÊŞ DIKE`

Rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: "Serokwezîrê Lîbyayê Ebdulhemîd Debîba duh ragihand ku beriya civîna pêbaweriyê ya ku tê payîn roja duşema bê were lidarxistin, dê radestî parlamentoyê bike. Lê navên pêşniyazkirî bi bîr nexistin.

Nivîsgaha Ragihandinê ya serokê hikumetê yê erkdar di daxuyaniyeke xwe de ragihand ku ew li gorî nexşerêya di lihevkirina siyasî de diyarkirî dê beriya civîna piştrastkirinê ya ku dê roja duşemê li Sîrteyê bê lidarxistin, hikumeta nû pêşkêşî parlamentoyê bike.

Şandeya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Lîbyayê duh ragihand ku NY ji bo çavdêriya agirbestê tîmeke biçûk şandiye û diyar kir ku tîm li ser pêşniyara sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres di 4'ê Sibatê de hatiye şandin.

Fermandarên Artêşa Nîştimanî û hêzên hikumeta El-Wîfaq li hev kir ku çavdêran li eniyên şer ên li Sîrteyê bi cih bikin.

Şandeya Neteweyên Yekbûyî da xuyakirin ku ev tîm dê agahiyên pêwîst ji bo rapora daxwazkirî ya Konseya Ewlehiyê ya li ser rewşa leşkerî ya li Lîbyayê amade bike û der barê dîtinên xwe de bi rêya alîkarê sekreterê giştî û koordînatorê şandeyê dê raporeke taybet têkildarî encamên ku gihaştinê ji şandeyê taybet ê sekreterê giştî û serokê şandeya Neteweyên Yekbûyî ya Lîbyayê re bişîne.”

`LUBNAN DI NAVA BAZARÊN DYA Û ÎRANÊ DE`

El-Ereb der barê rewşa Lubnanê de wiha nivisî: "Serokwezîrê Lubnanê Saad Herîrî Hizbullah tawanbar kir ku dixwaze aloziya avakirina hikumetê dirêj bike. Herîrî piştrast kir ku helwesta wî ya avakirinê ji xwe baweriya bi xwe ye, ne girêdayî helwesta aliyên derve ye, mîna ku Hizbullah di van demên dawîn de hewl dide bike.

Ev cara yekemîn e ku Herîrî êrişî Hizbullahê dike û wî dixe cihê berpirsyariyê ji ber astengkirina avakirina hikumeta nû. Serokwezîrê erkdarkirî û serokê Şepêla Pêşerojê xwe ji binavkirina partiyê da alî û alozî di helwesta serok Ewn û piştgirê wî yê siyasî yê Şepêla Nîştimanî ya Azad de hişt.

Çavkaniyan destnîşan kir ku Îran niha hewl dide hemû kaxezên xwe li herêmê di çarçoveya başkirina helwesta xwe ya dan û standinan bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re û hêzên navneteweyî yên din re der barê dosyaya nukleerê de bi kar bîne. Hizbullah bi rêya gotina ku Herîrî berpirsê astengkirina avakirina hikumetê ye, hewl dide vê yekê binixumîne.”

Her wiha rojnameya El-Exbar jî der barê mijarê de wiha nivîsand: “Herîrî pêşniyareke serok Ewn red kir ku bi rêya midûrê giştî yê Ewlekariya Giştî ya Lubnanê Abas Îbrahîm pêşkêş kiriye û got serok Ewn, tevî binavkirina wezîr El-Taşnaq û wezîrê kar û barên hundirîn dikare tenê 5 wezîran ji nava 18 wezîran diyar bike, lê bi şertê ku serokê Şepêla Nîştimanî ya Azad Cibran Basîl baweriyê nede hikumetê.”

Rojnameya ku nêzî Hizbullahê ye, îdia kir ku Herîrî ji ber ku li benda erêkirina Erebistana Siûdî ye, ew pêşniyara serok Ewn red kiriye.”

‘KOMKARA EREBÎ PESNA ÎNSIYATÎFÊN ÎMARATÊ YÊN JI BO ÇARESERKIRINA GIRAVÊN DAGIRKIRÎ DA’

Di rewşa Îmaratê de, rojnameya El-Beyan wiha nivisî: "Komkera Erebî li ser asta wezîrên derve careke din teqezî li ser serweriya Îmaratê ya li ser her sê giravan (Tunba Mezin, Tunba Biçûk û Ebû Mûsa) û piştgiriya wê ji hemû tedbîr û rêbazên aştiyane yên ku Ji aliyê Îmaratê ve hatine girtin, kir ku hewl dide serweriya xwe li ser her sê giravan vegerîne. Her wiha pesnê însiyatîfên Îmaratê ji bo vedîtina çareseriyên aştiyane û adil têkildarî doza giravên dagirkirî bi Îranê re, da.

Komkara Erebî di civîna xwe ya asayî ya 155’an de ev biyar bi navê “Dagirkirina Îranê ji her sê giravan; Tunba Mezin, Tunba Biçûk û Ebû Mûsa re” yên girêdayî Îmaratê yên li Kendava Erebî da.

Komkarê berdewamkirina dagirkeriya Îranê li ser her sê giravan û binpêkirina serweriya Îmaratê şermezar kir ku bi vê yekê ewlehî û aramiya herêmê binpê kir û gefê li aramiya navdewletî dixwe.

Komkarê avakirina hikumeta Îranê ji avahiyan re ji bo bicihkirina îraniyan di giravên Îmaratê de û tetbîqatên ku li her sê giravên dagirkirî pêk tîne, şermezar kir. Her wiha bang li Îranê kir ku dev ji van binpêkirinan û kiryarên provokatîf berde ku destwerdana karên navxweyî yên dewleteke serbixwe dike.

Wezîrên karên derve yên Ereb bang li hikumeta Îranê kir ku dawî li dagirkeriya xwe ya li ser her sê giravên Îmaratê bîne û dev ji ferzkirina rewşa heyî berde. Her wiha avakirina avahiyan li her sê giravan rawestîne. Wezîran diyar kir ku Îran ji vê yekê dixwaze demografiya her sê giravan biguherîne.

Her wiha Komkarê bang li Îranê kir ku daxwaza ku radigihîne ku dixwaze têkiliyên bi dewletên Ereban re baş bike û nakokiyan ji holê rake, li ser erdê pêk bîne.”

(şx)