Serlêdana parêzeran a ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan hat redkirin

Serlêdana parêzeran a ji bo hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan re careke din hate redkirin.

Serlêdana parêzeran a ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan hat redkirin
4 adar, 2021   11:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin îro serê sibehê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Lê Serlêdan careke din bi behaneya qedexeya 6 mehan hate redkirin.   

Ji parêzerên rêber Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan yekem car di 2'ê Gulana 2019'an de, piştre jî heman salê di 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxê de karîbûn Abdullah Ocalan bibînin.

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bi behaneya"nexşeya rê" ya ku Ocalan di sala 2009'an de weke parêzname pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kiribû, weke behane nîşan dabû û di 23'ê Îlonê de ji bo 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re li Ocalan qedexe kiribû.