Dewleta Tirk careke din li dijî biryara YE ya qedexekirina çekan li ser Lîbyayê derket

Dewleta Tirk careke din li dijî biryara çavdêrkirina Yekitiya Ewropayê li ser qedexekirina çekan ji bo Lîbyayê, derket.

Dewleta Tirk careke din li dijî biryara YE ya qedexekirina çekan li ser Lîbyayê derket
4 adar, 2021   11:26
 NAVENDA NÛÇEYAN

Di Mijdara par de, keştiyeke şer a Almanya di çarçoveya erka Yekitiya Ewropayê ya ji bo sepandina qedexekirina çekan a li ser Lîbyayê de, lêgerîn di keştiyeke barkirinê ya Tirkiyê li Deryayê Spî çêkir. Dewleta Tirk jî li dijî vê lêgerînê derket.

Girêdayî heman mijarê ajansa nûçeyan a Almanyayê bi bîr xist ku Wezareta Derve ya Tirkiyê di Sibatê de li dijî pêkanîna lêgerînê di du keştiyên bazirganî de ku guman hebûn ku ew ji bo veguhastina ne rewa ber bi Lîbyayê ve dihatin bikaranîn û ala Tirkiyê li ser bûn, derket.

Şandeya çavdêriya Irene ya girêdayî YE`yê di Gulana 2020`an de bi armanca pêkanîna aramiyê li Lîbyayê û piştgirdayîna xebatên aştiya siyasî ya bi serkêşiya NY`yê ava bû.

Di çend mehên dawîn de dewleta Tirk di çarçoveya piştgiriya hikumeta Wîfaq de asta mudaxeleya xwe di Lîbyayê de zêde kir. Her wiha bi hezaran çeteyên sûrî veguhastin Lîbyayê û li hemberî Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê di şerên li Terabulsê de bi kar anîn.

Ruxmî ku aliyên aloziya Lîbyayê di 23`yê Cotmeha 2020`an de li ser agirbestê, derxistina çeteyan û hêzên biyanî di 3 mehan de li hev kirin, lê tevî ku dema wê bi dawî bûye, çeteyên dewleta Tirk hîna li Lîbyayê ne.

(şx)