Hêzên hikumeta Şamê derdora nuqteyeke artêşa Tirk topbaran kir

Hêzên hikumeta Şamê gundê Afis ê rojhilatê Idlibê ku nuqteyeke çavdêriyê ya artêşa Tirk a dagirker lê heye, topbaran kir.

Hêzên hikumeta Şamê derdora nuqteyeke artêşa Tirk topbaran kir
4 adar, 2021   11:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) hêzên hikumeta Şamê di saetên sibehê de bi moşekan gundê Afis ê gundewarên rojhilatê Idlibê ku nuqteyeke çavdêriyê ya dewleta Tirk a dagirker lê heye, topbaran kir.

Her wiha hêzên hikumeta Şamê şeva derbasbûyî gundên Fitîra, Kansefra, derdora El-Bar, Filêfil û Benîn ên başûrê gundewarên Idlibê topbaran kirin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên derdora eniyên şer ên başûrê û başûrê rojhilatê Idlibê topbaran kirin.

(dx)