HPG'ê nasnameyên 4 gerîlayên li Xakurkê şehîd bûne eşkere kir

HPG'ê têkildarî 4 gerîlayên li Xakurkê şehîd bûne daxuyaniyek da û got, “Em ê meşaleya azadiyê ya ku van hevrêyên me yên lehng radestî me kirin, bi berpirsyariyeke xurt bilind bikin."

HPG'ê nasnameyên 4 gerîlayên li Xakurkê şehîd bûne eşkere kir
4 adar, 2021   11:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerîlayên li Xakurkê şehîd bûn daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"15'ê Cotmeha 2020'î di êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de li girên Şehîd Berîtan û Şehîd Ahmet ên herêma Xakurkê, hevrêyên me Azad, Bedran, Demhat û Mervan şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

/kr/uploads/files/2021/03/04/110920_mervan-reso.webp

Nasnav. Mervan Reşo

Nav paşnav: Enver Çîftçî

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Nesrîn-Sevdîn

Dem û cihê şehadetê: 15'ê Cotmeha 2020 / Xakurkêê

/kr/uploads/files/2021/03/04/110942_demhat-bakur.webp

Nasnav: Demhat Bakur

Nav paşnav: Xalid Abdulselam Hacî Alî

Cihê jidayikbûnê: Hesekê

Dayik-Bav: Hatîce-Abdulselam

Dem û cihê şehadetê: 15'ê Cotmeha 2020 / Xakurkê

/kr/uploads/files/2021/03/04/110953_bedran-hawl.webp

Nasnav: Bedran Hawêl

Nav paşnav: Vedat Erdogan

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Dayik-Bav: Munevver-Sîracettîn

Dem û cihê şehadetê: 15'ê Cotmeha 2020 / Xakurkê

/kr/uploads/files/2021/03/04/111007_azad-semedar.webp

Nasnav: Azad Semedar

Nav paşnav: Mûrteza Korkmaz

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Ayşe-Reşît

Dem û cihê şehadetê: 15'ê Cotmeha 2020 / Xakurkê

Li dijî operasyonên artêşa Tirk a dagirker ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê, ku li herêma Xakurkê meşand, gerîlayên Kurdistanê bi berxwedaneke dîrokî derbên giran li mêtingeriyê xistin. Artêşa Tirk a dagirker ku li pêşberî vê berxwedana bêhempa ya gerîlayên Kurdistanê têk çû, li girên ku lê bi cih bûbûn çikiyan. Hêzên me yên gerîla ku sala 2020'î li herêma Xakurkê artêşa Tirk a mêtinger bi giranî xistin bin kontrola xwe û di her firsendê de derb lê dan, bi rengekî eşkere nîşan dan ku wê rê nedin dagirkeriyê. Ev berxwedana dîrokî ya bi fermandariya fermandarê me yê hêja Egîd Garzan de bi Azad, Bedran, Demhat û Mervanan gihîşt asta herî bilind û bû mizgîniya serketinên nû.

Hevrêyê me Azad li Çelê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, bi çanda kevnar a Botanê mezin bû. Ji ber ku cihê lê ji dayik bû û lê mezin bû yek ji herêmên herî xurt ên têkoşîna gerîla ye, hevrêyê me Azad timî bi gerîla û rastiya Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re bû. Dema ku diçû zanîngehê, rastiya dijmin bi rngekî eşkere dît û di dema biryardanê de berê xwe da Çiyayên Zagrosê û tevlî nava refên Gerîlayên Kurdistanê bû ku hêviya azadiyê ya gelê me ye. Hevrêyê me Azad ku ti carî ji Çiyayên Zagrosê qut nebû, nekarî qut bibe, di demeke kurt de hînî jiyana gerîla bû û veguherî fermandarekî gerîla yê şareza. Hevrêyê me Azad ku li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîlatî kir, bi dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo û hevrêyên şehîd re di têkoşîna azadiyê ya gelê me de bêteredût cihê xwe girt.

Hevrêyê me Bedran ku li Sêrtê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, ji ber êrişên êşkencekar û zordar ên dewleta Tİrk neçar ma ji Kurdistanê koçî metropolên Tirkiyeyê bike. Tevî ku li dibistanên sîstema qirker dixwend û dûrî welatê xwe bû, ji ber welatparêziya malbata xwe ku di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de berdêl daye, hevrêyê me Bedran partiya me PKK û rastiya gerîla ji nêz ve nas kir, di gelek qadên têkoşîna me de bi rengekî çalak xebitî. Gihîşt wê baweriyê ku zîhniyeta faşîzan a dewleta Tirk ku armanca xwe qirkirina Kurdan e, tenê bi têkoşîna çekdarî dikare bê têk birin û ji bo vî fikrê xwe bixe meriyetê tevlî nava refên gerîla bû. Li herêma Xakurkê bi rengekî çalak tevlî gelek çalakiyên dijî artêşa Tirk bû, bi tevlîbûna xwe ya sade û durust bû milîtanekî mînak ê Apoyî.

Hevrêyê me Demhat li nava malbateke welatparêz a herêma Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû, ku ev herêm di şînbûna hêviya azadiyê ya gelan de bi rola pêşengiyê tevdigere. Hevrêyê me Demhat ku bi Şoreşa Rojava re biratiya gelan û felsefeya Rêber Apo nas kir, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û bi berpirsyarî, wezîfe û pêşengiya vê felsefeyê rabû. Hevrêyê me Demhat ku bi coşeke mezin tevlî nava refên gerîla bû, di demeke kurt de hînî gerîla û jiyana li çiyê bû, ji bo bibe gerîlayekî profesyonel gelekî hewl da. Hevrêyê me Demhat bi daxwaza hînbûna felsefeya Rêbertî û bicihanîna vê felsefeyê bêhesap tevlî nava refên têkoşînê bû. Bi van taybetmendiyên xwe bû milîtanekî pêşeng û li Xakurkê bû yek ji sembolên berxwedana dîrokî.

Hevrêyê me Mervan ku li Colemêrgê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, ji ber ku malbata wî welatparêz û nêzî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ye ji zarokatiyê ve partiya me PKK nas kir. Mîna her ciwanekî Kurd zû dest bi têkoşînê kir û piştî ku demekê li karên ciwanan xebitî, dît ku têkoşîna herî xurt a li dijî dewleta Tirk a mêtinger bi tevlîbûna li nava refên gerîla dibe û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me Mervan bi ciwantî û enerjiya felsefeya azadiyê ya Rêber Apo li qada gerîla bi xurtî tevlî nava têkoşînê bû, ji bo bibe xwedî taybetmendiyên gerîlatiay profesyonel a demê gelekî hewl da. Hevrêyê me Mervan encamên vê hewldanê di demeke kurt de wergirt û li Xakurkê bû yek ji milîtanên pêşeng ên destan nivîsîn û tevlî nava karwanê şehîdan bû.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Azad, Bedran, Demhat û Mervan, em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê meşaleya azadiyê ya ku van hevrêyên me yên leheng radestî me kirin, bi berpirsyariyeke xurt bilind bikin."

(cx)