Bi boneya 8`ê Adarê rêzeçalakî li dar ketin

Meclisa jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi boneya 8`ê Adarê semînerek li dar xist, li aliyekî din Kongreya Star bi heman boneyê serdana saziyên sivîl û leşkerî yên Amûde kir û şahiyek ji kesên astengdar re li dar xist.

3 adar, 2021   15:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 8 Adarê gelek çalakiyan li dar dixin.

QAMIŞLO

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/p9tgsbldOF0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê semînerek bi navnîşan “Hevrîn û Nadya soza têkoşîna me û rêya şoreşa me ne” li Parka Xwendinê ya Qamişloyê li dar xist. Endamên partiyê û rêxistinên jinan ên kantona Qamişloyê tev li semînerê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin, endama Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Îman Elî axivî û behsa berxwedana jinan û dîroka 8`ê Adarê kir.

Îman Elî destnîşan kir ku şoreşa jinan a li Rojava, ji tevahiya jinên cîhanê re bûye mînak û di partiya Sûriya Pêşerojê de rola wê xuya bû.

Îman Elî diyar kir ku jina bi rêxistinkirî bingeha civaka azad, demokratîk û ekolojî ye.

Her wiha Îman Elî pêwîstiya meşandina têkoşînê li hemberî tundiyê, newekheviyê, zewicandina keçên temenbiçûk û xebitandina zarokan piştrast kir û da xuyakirin ku divê jinên ciwan xwe birêxistin bikin ji ber ku ji bo pêşxistina civakê ew hêzeke bingehîn in.

Paşê endamê Navenda Çand û Hunerê Luqman Dêrik stran gotin.

SERDANA KONGREYA STAR JI SAZIYÊN LEŞKERÎ YÊN AMÛDÊ RE

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zHrpjCZ3MOg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Girêdayî mijarê, şandeya Kongreya Star serdana saziyên leşkerî yên li Amûdê kir û rola wan di parastina ewlehî û aştiya herêmê ya li hember gefên hundirîn û derve de spas kir.

Şandeyê serdana navenda YPJ’ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, HPC-Jin, navenda leşkerkirinê ya Erka Xweparastinê kir û diyariyên sembolîk dan wan û ji aliyê xwe ve jî saziyan spasiya vê serdanê kir û 8’ê Adarê pîroz kir.

Têkildarî mijarê, Desteya Jinan û Komîteya Civakî ya Kongreya Star, Desteya Karên Civakî şahiyek ji zarokên astengdar ên navçeya Amûdê re li dar xist.

Şahî bi deqyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre hevseroka Desteya Karên Civakî Şaha Xelef 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir.

Şaha Xelef diyar kir ku pîrozkirina 8’ê Adarê li tevahî cîhanê ji zêdetirî sedsalekê wek Roja Jinan a Cîhanê, pêk tê.

Şaha Xelef destnîşan kir ku vê rojê azadî û têkoşîna ji bo mafên xwe dibînin, her wiha jinan karî xwe ji zihniyetên desthilat û destpot rizgar bikira û li rex mêr beşdarî parastin û rêveberiyê bû.

Çalakî bi belavkirina diyariyan li astengdaran û jinan bi dawî bû, her wiha dîlan hatin gerandin û diruşmên silavkirina berxwedana jinan hatin berzdan.

(şx)

ANHA