Êzidiyên Şengalê şehîdên êrişa Xanesorê bi bîr anîn

Li bajaroka Xanesorê ya Şengalê ya Başûrê Kurdistanê şehîdên ku di 3’yê Adara 2017’an de di êrişa çekdarên PDK’ê de şehîd bûne hatin bibîranîn.

Êzidiyên Şengalê şehîdên êrişa Xanesorê bi bîr anîn
3 adar, 2021   15:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 3’yê Adara 2017’an de çekdarên Roj ên ser bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrişî Xanesorê kirin. Di êrişê de 4 şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), endamekî Asayîşa Êzidxanê, rojnamegerek, jinek û 2 gerîlayên ku xwestin navbeynkariyê bikin şehîd bûn. Şehîdên Li bajoroka Xanesorê ya Şengalê ev êriş hate bi meşekê şermezar kirin.

Welatiyên Xanesorê heta cihê êrişê meşiyan. Di meşê de şêniyan dirûşmên “Bimre xiyanet” û “Bijî berxwedan” hatin berzkirin. Her wiha wêneyên şehîdên Xanesorê hatin hildan.

Li cihê ku êrişê destpê kirî rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de daxuyaniya Malbatên Şehîdan hate xwendin û di daxuyaniyê de xiyaneta Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hate şermezarkirin.

Daxuyaniya Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê wiha ye: “Berî her tiştî di şexsê şehîdên Xansorê de em tevahî şehîdên azadiyê û şehîdên fermana 73’yan bi bîr tînin û bejna xwe li beranberî bîranînên wan ditewînin. Civaka Êzidî yek ji civakên herî kevnar ên li ser axa Mozopotamyayê ye û weke bingehê civaka xwezayî peyda bûye. Ev taybetmendî bi xwe re heta roja me ya îro aniye. Di dîrokê de vê civakê her tim bi hevsengiyekê bi civak û miletên derdorê re jiyaye. Ti carî zirar nedaye ti kesî. Her tim rola aştî û li hevhatinê lîstiye. Li ser wê bîr û baweriyê û bi fikrekî tifaq xwe parastiye. Tevî ku civaka me di dîrokê de û heya roja me ya îro zirar nedaye ti kesî jî lê mixabin li seranserî dîrokê rastî êrîş, qetlîam û fermanan hatiye û bi tinebunê re rû bi rû mane.

Piştî fermana 3’yê Tebaxê êşa ku civaka me kişand û qirkirina ku jiyaye, bi naskirina fikir û felsefeya rêber Apo re veguherandin xwebirêxistinkirin û berxwedanê. Civaka me di hemû qada de xwe birêxistin kirin û hêzên xwe yên parastinê avakirin û bûn xwedî în.

Lê, ev vîna ku derket pêş, ne bi dil û vîna neyarên civaka Êzidî bû. Ji bo wê 3’yê Adarê careke din ew hêzên ku ji Şengalê baz dan û xiyanet li civaka Êzidî kirin, bi alîkariya MÎT’a Tirk bi rêkirina çeteyên Roj xwestin vê vîna heyî ji holê rakin û planên DAIŞ’ê bi ser nexistibû dewam bike. Lê belê keç û xortên Êzidî yên ku bi bîr û baweriya Êzidatiyê mezin bûn û bi felsefeya Rêber Apo hatibûn perwerde kirin û rêxistin kirin bi berxwedana xwe û sekina xwe ya qehremanî û bi fedekariya xwe armanca wê êrişê têk birin.”

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), PADÊ û Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî axaftin hatin kirin.

Di axaftina de behsa xiyaneta PDK’ê ya li dijî Êzidiyan hate kirin û wiha hat gotin: ”Di vî şerê xiyanetê de ya ku serkêşiya wê Barzanî û çeteyên wî dike 9 hevalên me zarokên vê axê bi lehengî şer kirin û bi qehremanîtiyeke bê hempa gihaştin asta şehadetê. Di dîrokê de me weke civaka Êzidî ji bo ku nirxên xwe yên civakî û bawerî biparêzin bi hezaran qehreman û egîd dane. Ji îro pê ve jî ji bo parastina nirxên xwe, xwedî derketina li civakê û baweriya xwe em ê bi hazaran bedelên mezintir bidin. Lê em ti caran teslîmbûnê qebûl nakin û ji doza xwe nayên xwar. Eger mirinek hebe bila mirinekî bi şeref û bi rûmet be. Em wekî civaka Êzîdi ji mirinê û ji gefên dijmin natirsin.”

Piştî axaftinan ji bo her şehîdekî ku di êrişê de şehîd bibûn darek hat çandin.