Li Helebê bi boneya 8’ê Adarê şevbuhêrka stran û pêşkêşkirina xwarinên gelêrî

Ji rêzeçalakiyên 8’ê Adarê, îro Kongreya Srat şevbuhêreke stranê li taxa Eşrefiyê ya Helebê li dar xist, ji nav jî stranên li ser Efrîn û mîrasên wê hatin pêşkêşkirin û xwarinên gelêrî yên efrînî pê navdar in hatin pêşkêşkirin.

Li Helebê bi boneya 8’ê Adarê şevbuhêrka stran û pêşkêşkirina xwarinên gelêrî
Li Helebê bi boneya 8’ê Adarê şevbuhêrka stran û pêşkêşkirina xwarinên gelêrî
Li Helebê bi boneya 8’ê Adarê şevbuhêrka stran û pêşkêşkirina xwarinên gelêrî
Li Helebê bi boneya 8’ê Adarê şevbuhêrka stran û pêşkêşkirina xwarinên gelêrî
3 adar, 2021   16:01
HELEB

Bi diruşma"Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinan e" îro Kongreya Star bi hevkariya bi Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê re şevbuhêreke stranê li parka Istîqamê ya li taxa Eşrefiyê ya Helebê bi rastina Roja Jinan a Cîhanê, li dar xist.

Di şevbuhêrkê de bi dehan jinên taxê, endamên ji saziyên sivîl û partiyên siyasî yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê beşdar bûn.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Nehle Mistefa axivî û ev roj li tevahî jinên cîhanê, jinên di eniyên şer de û li rêber Abdullah Ocalan , pîroz kir.

Beşdaran û koma Siyajîn a girêdayî çand û hunerê stran û mewalên li ser Efrîn û mîrasa wê pêşkêş kirin.

Di şevbuhêrkê de hin xwarinên gelêrî yên kurdên Efrînê pê navdar in hatin pêşkêşkirin û ji hêla jinên beşdar ve ew xwarin hatin amadekirin.

Şevbuhêrk bi gerandina dîlanê di ber stranên şoreşgerî re bi dawî bû.

(fr)

ANHA