Çalakiyên ji bo 8`ê Adarê didomin

Çalakiyên jinan ên bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin.

Çalakiyên ji bo 8`ê Adarê didomin
Çalakiyên ji bo 8`ê Adarê didomin
Çalakiyên ji bo 8`ê Adarê didomin
Çalakiyên ji bo 8`ê Adarê didomin
Çalakiyên ji bo 8`ê Adarê didomin
Çalakiyên ji bo 8`ê Adarê didomin
Çalakiyên ji bo 8`ê Adarê didomin
Çalakiyên ji bo 8`ê Adarê didomin
Çalakiyên ji bo 8`ê Adarê didomin
Çalakiyên ji bo 8`ê Adarê didomin
Çalakiyên ji bo 8`ê Adarê didomin
Çalakiyên ji bo 8`ê Adarê didomin
3 adar, 2021   14:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiyên bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin.

LI TIRBESPIYÊ PÎROZBAHIYA XWENDEKARAN

Li navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişloyê şahiyek ji aliyê komîteya rêveberiya dibistanan ve hate lidarxistin.

Mamosteyên Dibistana Şehîd Ronak, Dibistana Şehîd Cahîde, Dibistana Şehîd Warşîn û Dibistana Şehîd Ezîme beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de pêşbirkên xêzkirinê û kişikê û çandina daran hate lidarxistin û paşê Koma Şehîd Cahîde stran pêşkêş kirin. Di dawiyê de xwendekarên serkeftî ên pêşbirkên kişik û xêzkariyê hatin xelatkirin.

LI HESEKÊ ŞAHÎ

Li kampa Waşûkanî ya koçberên Serêkaniyê şahiyek ji aliyê komîteya civakî ya Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve bi koordînasyona Desteya Jinan û Desteya Kar û Barên Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji astengdaran re hate lidarxistin.

Bi dehan jinên astengdar, malbatên wan û şandeyek ji Kongreya Star a bajarê Hesekê beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de semînerek ji aliyê berdevka Komîteya Civakî Cîhan Reşîd ve der barê 8`ê Adarê de hate dayîn. Cîhan Ehmed 8`ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz kir û destnîşan kir ku jin heta niha rastî cureyên tundî, desthilat û koletiya ji aliyê zîhniyeta desthilatdar ve tên.

Paşê sînevîzyonek der barê têkoşîna jinan û 8`ê Adarê de hate pêşandan. Di dawiyê de xelat li astengdar û malbatên wan hatin belavkirin.

LI REQAYÊ PÊŞANGEHA DESTKARIYAN

Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel a Reqayê pankart li têketina bajêr daliqandin, her wiha Nivîsgeha Jinan a Komîteya Perwerde û Fêrkirinê pêşangeheke destkariyan li Dibistana Ebî Temam li dar xist.

Deriyê pêşangehê ji aliyê hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Delal El-Hecî ve hate vekirin. Di pêşangehê de berhemên xwendekar û mamosteyên bajarê Reqayê hebûn.

Paşê stran bi zimanên kurdî û erebî ji aliyê xwendekarên Dibistana Ebî Temam ve hatin pêşkêşkirin.

Komîteya amadekar a 8`ê Adarê xemilandina bajêr didomîne.  Pankartan bi dirûşma "Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinan e", wêneyên şehîd Hevrîn Xelef, Seîda El-Hermas, Hind El-Xidir, Zehra Birkul û Ceylan Cûdî hatin daleqandin.

Her wiha wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên YPJ’ê, sembolên herêmê û dirûşmên şoreşa jinan li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hatin daliqandin.

XEMILANDINA MINBICÊ

Komîteya amadekar a 8`ê Adarê xemilandina bajêr didomîne. Îro jî pankart li ser deriyê ketina bajêr û navenda bajêr hatin daleqandin.

Li ser pankartan dirûşmeya "Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinê ye", wêneyên şehîd Hevrîn Xelef, Seida El-Hermas, Hind El-Xidêr, Zehra Berkel û Ceylan Cûdî hatin daliqandin.

XEMILANDINA TIL HEMÎS

Endamên Kongreya Star bi boneya 8`ê Adarê deriyê ketina navçeyê û hundirê navçeya Til Hemîs ya girêdayî kantona Qamişlo xemiland.

Her wiha wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, ala YPJ, sembolên herêmê û diûşmeyên şoreşa jinê li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin daleqandin.

LI DÊRIKÊ MAÇA JINAN

Rêveberiya Dibistanan a Dêrikê maçek di navbera tîma gundê Xana Serê û tîma navçeyê de organîze kir. Maç li lîstigeha Kornîş hate lidarxistin. Di dawiyê de tîma Xana Serê bi ser ket û hate xelatkirin.

Her wiha pêşbirka bazdanê li gundê Tebga yê girêdayî herêma Koçerata ya navçeya Dêrikê hate lidarxistin û kesên bi ser ketin, hatin xelatkirin.

(bx)

ANHA