Li Cindirêsê teqînek çêbû, kuştî û 3 birîndar hene

Duh di encama teqîna erebeyekê li navçeya Cindirê ya dagirkirî de kesek hat kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûn.

Li Cindirêsê teqînek çêbû, kuştî û 3 birîndar hene
3 adar, 2021   14:20
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyên xwecihî, duh li navenda navçeya Cindirêsê bombeyek bi erebeyekê ji cureya jeep santafe teqiya.

Çavkaniyan bi bîr xist ku nehat zanîn bê ku erebe ya çeteyên dewleta Tirk lê na. Heman çavkanî diyar kir ku di encama teqînê de kesek hat kuştin û 3 din jî birîndar bûn.

Li herêmên ku dewleta Tirk a dagirker dagir kirine, li rex bûyerên kuştin, revandin û desteserkirina milkên sivîlan ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve, tevliheviyeke ewlehiyê heye û gelek teqîn çêdibin.

(şx)

ANHA