Rojnameyên erebî: Daketina nirxê lîreyê Sûriyê azarên gel zêdetir dike

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa aboriya Sûriyê, hevkariya Misir-Sûdanê û aloziya Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Daketina nirxê lîreyê Sûriyê azarên gel zêdetir dike
3 adar, 2021   08:21
NAVENDA NÛÇEYAN

‘BINKETINA LÎREYÊ SÛRIYÊ GEL ÊŞAND Û REJÎM MATMAYÎ HIŞT’

Der barê rewşa Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Duh binketina lîreyê Sûriyê li beramberî dolarê amerîkî rejîma li Şamê matmayî hişt û zehmetiyên gelê Sûriyê ku di demên dawîn de rewşa wan a jiyanî pir zehmet bûye, zêdetir kir.

Ji beriya du hefteyan ve bi awayekî rojane nirxê lîreyê Sûriyê dadikeve. Duh binketineke dîrokî li beramberî dolarê amerîkî çêbû û ev cara yekemîn e tiştekî wiha di dîroka pereyên herêmê de çêdibe. Li gorî hin xebatkarên di sûkê de dolarekî amerîkî gihaşt 4 hezar lîreyên sûrî. Di çend mehên borî de her dolarek  2 hezar û 700 heta 2 hezar û 900 lîreyên Sûriyê dikir û di banka Sûriyê ya navendî de hezar û 250 lîreyên Sûriyê dikir.

Li gorî xebatkarekî di sûkê de ji Şerq El-Ewsat re diyar kir, tevî tedbîrên ku hikumet digire jî lîreya Sûriyê di sûkê de her saet paşde dikeve, ji ber ku gel bi awayekî zêde dolar dixwaze.”

‘LIHEVKIRINA TÊKILDARÎ BENDAVÊ ETIYOPYAYÊ TENGAV DIKE‘

Der barê lihevkirinên Misir-Sûdanê de rojnameya El-Ereb got: "Misir û Sûdanê zexta siyasî li ser Etiyopyayê zêde kir da ku bigihêje lihevkirineke qanûnî der barê xebitandina bendava El-Nehda de. Ev yek dema serokê Misirê Abdulfettah El-Sîsî bi wezîra karên derve ya Sûdanê Meryem El-Sadiq re civiya, hate kirin. Her wiha di daxuyaniyên serokerkanê Misirê Mihemed Ferîd yên serdana wî ji Xertûmê re behsa destekdayîna leşkerî ji Sûdanê re kir ku hêzên wê li ser sînorê Etiypoyayê şer dikin. Ev yek dide diyarkirin ku koordînasyona Misir-Sûdanê dê zêdetir bibe da ku der barê bendava El-Nîl de zextê li Addîs Abîba were kirin.”

‘LI LÎBYAYÊ CIVÎNA BAWERÎDAYÎNA HIKUMETA NÛ’

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Çavkaniyên lîbyayî tekez kir ku nêzî 120 parlamenteran diyar kir ku ew ji bo beşdarbûna civîna ku baweriyê bidin hikumeta nû ku roja duşemê li bajarê Sirte dê were lidarxistin, amade ne.

Şêwirmendê ragihandinê yê serokê meclisa parlamenteran Fethî El-Mirêmî diyar kir ku bajarê Sirte ji bo lidarxistina civîna dayîna baweriyê ji hikumetê re hate hilbijartin, ji ber ku ew di navenda welêt de ye û Komîteya ‘5+5’ tê de ye û destnîşan kir ku Sirte xetereyê li ser endamên meclisa parlamenteran çênake.”

(bx)