‘Êrişa li dijî Xanesorê bi fermana fermandarên Başûrê Kurdistanê pêk hat’

Endamên berê yên çekdarên Roj piştrast kir ku fermana êrişa li ser navçeya Xanesorê ji aliyê fermandarên payebilind ên Başûrê Kurdistanê ve bû.

‘Êrişa li dijî Xanesorê bi fermana fermandarên Başûrê Kurdistanê pêk hat’
3 adar, 2021   08:23
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Îro salvegera 5’an a êrişa li dijî Xanesorê ya ku di Adara 2017’an de pêk hatiye. Di wê rojê de navçeya Xanesorê ya girêdayî Şengalê ya Başûrê Kurdistanê rastî êrişekê hat.

KURTENÊRÎNEK LI SER NAVÇEYA XANESORÊ

Xanesor dikeve bakurê rojavayê çiyayê Şengalê, bi rûbera 7 kîlometre li rojavayê navçeya Sinonê ye. Bi rûbera 12 kîlometre dûrî sînorê Iraq-Sûriyê ye. Li gorî kartên zimhêrê yên Iraqê yên li herêmê, hejmara niştecihên wê 35 hezar e û Êzidî ne. Şêniyên wê di 3’yê Tebaxa 2014’an de bi destê çeteyên DAIŞ’ê hatin koçberkirin.

Di êrişê de, şêniyên navçeyê jî mîna tevahî herêmên dîtir ên Şengalê yên Başûrê Kurdistanê ku di sûcên qirkirin, koçberî, dizîn û talankirinê re derbas bûn. Ew yek jî piştî reva hêzên PDK’ê ya bi fermanên fermandarên Başûrê Kurdistanê pêk hat.

Navçeya Xanesorê di Mijdara heman salê de bi destwerdana YPJ, YPG û HPG’ê hate rizgarkirin. Her wiha wan hêzan korîdorên mirovî û bi ewle ji bo şêniyên navçeya Şengalê vekirin, da ku xwe bigihînin herêmên Rojavayê Kurdistanê. Li gel wê jî şervanên êzidî bi navê YBŞ’ê ku piştre hat avakirin, beşdarî oprasyonên leşkerî bûn.

BÛYERÊN XANESORÊ YÊN ADARA 2017’AN

Di 3’yê Adara 2017’an de, di saetên sibehê de navçe û hêzên wê yên leşkerî, YBŞ û HPG’ê, rastî êrişa çekdarên Roj ên girêdayî PDK’ê hatin. Ew êrişa ku bi hewldana desteserkirina herêmê hate destpêkirin 4 rojan dewam kir.

Ehmed Yûsif Ehmed ê ku ji nava çekdarên Roj veqetiyaye li ser armanca wê êrişê wiha got: "Fermandarên Başûrê Kurdistanê yên leşkerî despêkê perspektîf da ji bo ku hêzên me ber bi sînorê Sûriyê-Iraqê ve biçin. Armanca wê jî ew bû ku nehêlin çeteyên DAIŞ’ê û çek ji her du aliyan ve derbas bibin. Dema ku me xwe gihand sînor wê demê me fêm kir ku em hatine xapandin."

Ehmed wiha domand: "Fermandarên Başûrê Kurdistanê êrîşa li dijî Xanesorê amade kiribûn û çekdarên Roj jî ji wan ferman digirtin. Ji ber ku fermandarên hêzên çekdarên Roj ji Başûrê Kurdistanê ne û biryar di destê wan de ye. ango ev hêz girêdayî hikumeta Başûrê Kurdistanê ye."

Ehmed wiha axivî: "Ez bûm şahid, dema ku fermandarên Başûrê Kurdistanê yên leşkerî di derbarê niyetên pêkanîna şerê li dijî YPG û HPG’ê, ji bo vegerandina serweriya xwe li ser Xanesorê, bi me re axivîn."

Di dîmenan de jî hat diyarkirin ku gerîlayên HPG’ê ji bo ku nekevin nava şerekî birakujiyê, bê ku çekan bi kar bînin, bi destan erebeyeke leşkerî bi paş de dehf dan. Lê kesên erebe diajotin çekdarên PDK’ê bûn, erebe bi ser gerîlayan de ajot û di encamê de gerîla şehîd bûn.

Ehmed diyar kir ku kiryara êrişa li dijî gerîlayên HPG’ê bi erebeyê û pêlîkirina wan, bi zanabûn bû û bi fermanên fermandariyên leşkerî yên Başûrê Kurdistanê bû.

KÊ ÊRIŞÎ XANESEROÊ KIR?

Ehmed Yûsif diyar kir ku MİT’a Tirk jî beşdarî vê êrîşê bûye û wiha berdewam kir: "Di rastiyê de gelek hêz beşdarî wê êrişê bûn. Çekdarên Roj, Hêzên Taybet ên Yekemîn, Hêzên Zêrevan, Leşkerên Gulan, Hêzên Ferman Dihokê û MÎT’a Tirk jî di vê êrîşê de cih girtin."

Ehmed eşkere kir ku çekdarên Roj bi fermana fermandarên Başûrê Kurdistanê û MÎT’a Tirk êrişî Xanesorê kir, da ku şerekî birakujî li derxînin.

Ehmed destnîşan kir ku armanca MÎT’a Tirk ew bû ku bi rêya fermandarên Başûrê Kurdistanê, çekdarên Roj bixe bin serweriya xwe, da ku nehêle vegerin warên xwe û wan ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne, ji wê zêdetir jî da ku sûdê jê werbigire, fitneyan derxîne û YPG û YPJ’ê teşhîr bike.

Bi destpêkirina êrişan re, bi hezaran êzidiyan berê xwe da nuqteyên di navbera her du aliyan de û derbasî xendekên ku hêzên dijber kolandine bûn, da ku şerê birakujiyê û pêşdeçûna hêzên êrişkar asteng bikin. Lê tevî tevgera şêniyan ya aştiyane jî, hêzên dijber gule barandin û gaza rondikrêj bi ser wan de reşdan.

Aldar Umer Şiblî jî yê ku ji koma çekdarên Roj veqetiyaye û bûye şahidê bûyerê, di derbarê êrişa li dijî xwepêşandanên gel û bûyerên li herêmê qewimîne de axivî û wiha got: "Di rastiyê de êrişa ku li dijî Xanesorê pêk hatiye, cihê şermê ye. Em weke Leşkerên Roj ji vê êrişê ne razî bûn, lê belê me nikarî tiştek bikira û tu biryar di destên me de tune bû."

Şiblî wiha domand: " Dema ku xwepêşandêr hatin nuqteyên şer, bi dehan leşkerên Roj xizm û malbatên xwe di nava wan de dît. Lê dema ku me şer qebûl nekir, fermandariyên hikumeta Başûrê Kurdistanê hêzên xwe yên taybet, nemaze yên dewleta Tirk xistin tevgerê, da ku hêzên wan ên taybet di bin navê Leşkerên Roj de xwepêşandêran ji hev bikin."

Şiblî di dirêjahiya axaftina xwe de wiha berdewam kir: "Ez bûm şahid ku çawa hêzên Başûrê Kurdistanê şêniyên me yên êzidî û şêniyên me yên Rojavayê Kurdistanê diçewisand, gule li wan dibarandin û gaza rondikrêj li wan direşand. Di encama êrişê de rojnamgereke Kurd birîndar bû. Lê ji ber ku fermandarên Başûrê Kurdistanê li ser fermandarên Leşkerên Roj serwer bû, me nikarî tevgereke dijber jî raber bikira."

Di encama êrişa li dijî xwepêşandêran li eniyên şer de, rojnamegera Ajana Jin ŞÛJİN Nûjiyan Erhan ku bûyer dişopand, şehîd bû.

Girêdayî mijarê, di encama êrişê de, 8 şervanên YBŞ’ê, Asayîşa Şengalê û sivîl şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn. Tevî ku şervanên YBŞ’ê ji destpêka êrişê de nexwest ev êriş pêk were û tenê di rewşa parêzvan û bersivdana êrişan de ma jî, lê ev êriş pêk hat.

ANHA