Şukrî Hemo: AKP'ê dê teqez hilweşe

Endamê Komîteya Navendî Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî (P.D.K.S) Şukrî Hemo diyar kir armanca yekemîn û dawî ya dewleta Tirk a dagirker têkbirina gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê ye û got, AKP'ê ji ber siyasetên xwe yên dijminane dê teqez hilweşe.

Şukrî Hemo: AKP'ê dê teqez hilweşe
3 adar, 2021   06:44
QAMIŞLO-ÎSAM ABDULLAH

Dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê de bi taybet êrişa dawî ya li ser çiyayên Garê derbeyeke mezin xwar.

Dewleta Tirk ji bo ku vê binektinê binixumîne êrişên xwe li dijî gelê Kurd li Bakurê Kurdsitanê û li dijî HDP’ê bi rêya girtina siyasetmedar û parlamentoyan dijwartir kirin.

Endamê Komîteya Navendî Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî (P.D.K.S) Şukirî Hemo wiha got: "Dewleta Tirk hewl dida bi rêya êrişên li ser Garê û dagirkirina herêmê serkeftina leşkerî pêk bîne û piştre berê xwe bide Şengalê û dagir bike, da ku Rojava dorpêç bike, lê bi saya fedekariyên HPG’ê armancên wê hatin şikandin."

Piştî daxuyaniyên dijber ên ku berpirsên dewleta Tirk dane, ji serokkomar Recep Teyyîp Erdogan bigire heta bi wezîrê hundirîn Suleyman Soylu û wezîrê parastinê Hulusî Akar, dewleta Tirk zêdetirî 700 hevserok û cîgir û alîgirên HDP’ê girtin.

Girêdayî mijarê, Hemo wiha domand: "AKP’ê dibîne ku HDP’ê li hember siyasetên wê, bi taybet piştî binketina di Garê de, kelem e."

Şukirî Hemo da zanîn ku armanca yekemîn û ya dawî ya dewleta Tirk a dagirker têkbirina gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ye û wiha pê de çû: "Hemleya girtinê ya ku AKP’ê  li dijî endamên HDP’ê pêk tîne, bi armanca bidawîkirina çalakiya siyasî û girtina nivîsgeha wê ye. Ji ber ku dewleta Tirk HDP’ê li pêşiya siyasetên xwe asteng dibîne. Ji lew re dest bi hemleya xwe ya bêserûber kir û endamên HDP’ê xistiye çemberê."

Endamê Komîteya Navendî Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî (P.D.K.S) Şukrî Hemo wiha gotina xwe bi dawî kir: "Dewleta Tirk xwe xuya dike ku ew li Rojhilata Navîn dewleteke bihêz e, hewl dide desthilata dewleta Osmanî vegerîne. Lê ji ber siyasetên wê yên dijminahî, hilweşîn û ketina wê di pêşerojê de teqez e."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/UifLVXgSzmw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>