Baregeha Eyn El-Esed ya li Enbarê hat topbarankirin

Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê ragihandin ku baregeha Eyn El-Esed ya asîmanî ya parêzgeha Enbar ku hêzên Amerîkayê û hêzên koalîsyona navneteweyî lê dimînin hate topbarankirin.

Baregeha Eyn El-Esed ya li Enbarê hat topbarankirin
3 adar, 2021   07:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ku çavkaniyan ji Sumaria News re diyar kirine, derdora baregeha Eyn El-Esed ya asîmanî ya parêzgeha El-Enbar bi 10 obusên Katûşa hatiye topbarankirin. 

Li gorî çavkaniyan, tu ziyanên canî çênebûne.

ANHA