​​​​​​​'Tecrubeya jinan raste û hêjayî pesindayînê ye'

Şêniyên bajarê Reqayê got tecrûbeya jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê raste û diyar e û hêjayî pesindayînê ye û meşa li ser rêya wê ye.

​​​​​​​'Tecrubeya jinan raste û hêjayî pesindayînê ye'
3 adar, 2021   02:29
REQA – RÛBA EL-ELÎ

Duh li herêma El-Sehlebiye ya bajarê Reqayê bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê konê kelepûrî hate vekirin. Beşdar got piştî rizgarkirina herêmê jin di nava şoreşeke rast de ye.

Duh bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê konê kelepûrî ji aliyê Rêveberiya Jin  a Reqayê ve bi dirûşmeya "Rêya Hind û Seida rêya me ye û soza wan soz soza me ye" hate vekirin. Bi sedan pêkhateyên herêmê bi cil û bergên xwe yên filoklorî beşdarî kon bûn.

Ruqeya El-Nimir yek ji beşdaran e got: "Ev kon sembola vejandina kelepûra bav û kalane. Ev kon berhema têkoşîn û berdêlên ku jinan dane."

'ROJEK TENÊ NE BES E'

Ruqeya El-Nimir diyar kir ku rojek di salê de ji bo cejna jinê pîroz bikin têrê nake, divê hemû roj ji jinan re bin û divê jin mohra xwe di civakê de bihêle.

Ruqeya El-Nimir destnîşan kir ku bi saya destkeftiyên şehîdan roja xwe pîroz dikin û got şehîd Hevrîn, Hind û Seida û her jinek ku têkoşiya ji hemû jinên Sûriyê re çirûskeke.

Abdullxefûr El-Dêf jî wiha axivî: "Tecrubeya jin li Bakur û Rojilatê Sûriyê rast û diyar e. Tevî ku hîn nû ye û temenê wê biçûke lê ew hêjayî pesindayînê ye û meşa li ser rêya wê ye."

Abdullxefûr El-Dêf 8`ê Adarê pîroz kir û ev tişt anî ziman: "Em weke mêr her çiqasî behsa berdêlên jinan bikin kêm e. Ji ber wê gerek em 8`ê Adarê bikin roja pêkanîna armanc û azadiya jinan. Ji ber ew xwedî îradeyeke xurt e û ew bû ya ku li ber xwe, têkoşiya û biser ket."

'ZEHMETÎ DÎT'

Buseyna Ebdo anî ziman ku jinên herêma Firatê weke buharê xuya dikin ji ber her jinek bi cilên xwe filoklorî beşdar bûye.

Buseyna Ebdo diyar kir ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek zehmetî û astengî dît heta ku gihaşt roja îro û wiha domand: "Jinan roleke rast ji destpêka şoreşa Rojava ku bi şoreşa jinê tê naskirin, lîst. Parastina gel û destkeftiyên ku di şoreşê hatin bidestxistin girt ser milê xwe. Berxwedan bingeha serkeftinê ye."

'BERXWEDANA JINÊN HERÊMA FIRATÊ YE'

Xewla El-Îsa jî behsa pîrozkirina jinê ji vê rojê re wiha kir: "Ev sala sêyemîne ku em Roja Jinan a Cîhanê pîroz dikin û filOklora xwe diyar dikin. Berxwedana jinên herêma Firatê bûye nimûne."

Xewla El-Îsa got jinan di nava çend salan de roleke sereke, girîng û pêşengî di rizgarkirina herêmê, parastina xakê ji dagirker û terorîstan lîst û di hemû saziyan de hebûna xwe îsbat kir.

Xewla El-Îsa di dawiyê de Roja 8`ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz kir û hêvî kir ku pîrozbahiya bê li ser xaka Efrînê be û hemû xakên Sûriyê ji dewleta Tirk a dagirker were rizgarkirin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rtUiFFmd1C4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>