ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-03-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-03-2021
3 adar, 2021   00:00

-Partiya Sûriya Pêşerojê bi boneya 8'ê Adarê çalakiyekê li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Endamên berê yên çekdarên Leşkerên Roj piştrast kir ku fermana êrişa li ser navçeya Xanesorê ji aliyê fermandarên bilind ên Başûrê Kurdistanê bû, ew yek bi armanca derxistina şerê birakujiyê bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Komîteya Amadekar a Çalakiyên 8'ê Adarê ya Minbicê, semîner û şahiyekê li xeta Ebû Qelqel û Til Hozan ên başûrê rojhilatê bajarê Minbicê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Newroz Ehmed got YPJ'ê bûye sembola avakirina yekbûna jinan û yekkirina hemû cureyên têkoşînê û got “Têkoşîna li vir hişt ku jin êdî xwe bi rêxistin bikin, mafên xwe bi dest bixin û cesaretê bigrin. Êdî ev têkoşîn a hemû jinan e û di şexsê jinan de bû ya hemû civak û mirovahiyê.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di dema ku jinên li cîhanê roja xwe ya cîhanê pîroz dikin da ku tekeziyê li ser berdewamiya şoreşa xwe ya li dijî zihniyeta desthilatdar bikin, jinên Yemenê rastî êş û cûreyên cûda ji dûrxistinê tên. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Îsal gelek jinên Dêrazorê 8`ê Adarê pîroz dikin, kêfxweşiya xwe ya ji beşdariya bernameya vê rojê re destnîşan kirin û got DAIŞ`ê jin û 8`ê Adarê ji holê rakiribûn, di heman demê de desthilatên hakim ên Sûriyê jî beriya şoreşê nedihişt ku jin roja xwe ya cîhanî pîroz bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Reqayê got tecrûbeya jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê raste û diyar e û hêjayî pesindayînê ye û meşa li ser rêya wê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya Star a Helebê, li Parka Îstîqama ya taxa Eşrefiyê şevbuhêrekeke stranan li dar dixe û xwarinên gelêrî yên kurdî pêşkêş dike, saet 14:00'a. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Di çarçoveya çalakiyên bi boneya 8'ê Adarê de, lîstikeke fotbolê di navbera du tîmên jinan ên girêdayî Saziya Zimanê Kurdî ya Dêrikê de li stada Kornîş tê lidarxistin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê piştrast kir ku armanca yekemîn û ya dawî ya dewleta Tirk têkbirina gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê ye, her wiha hilweşîna wê di pêşerojê de rastîn e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re beriya 10 salan, rewşa aboriyê ya xirab bû rojeva hem welatiyên Sûriyê hem jî çapemeniya hundir û derve. Gelek caran têkçûna aboriyê bi mercên şer ve hate girêdan, lê belê rewşa aboriyê beriya aloziyê jî ne baş bû. (BI WÊNE).

ANHA