Newroz Ehmed: Bihara gelan bi rengê jinan ji nû ve tê sazkirin

Newroz Ehmed got YPJ'ê bûye sembola avakirina yekbûna jinan û yekkirina hemû cureyên têkoşînê û got “Têkoşîna li vir hişt ku jin êdî xwe bi rêxistin bikin, mafên xwe bi dest bixin û cesaretê bigrin. Êdî ev têkoşîn a hemû jinan e û di şexsê jinan de bû ya hemû civak û mirovahiyê.”

Newroz Ehmed: Bihara gelan bi rengê jinan ji nû ve tê sazkirin
3 adar, 2021   01:36
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin di aliyê leşkerî de jî ji jinên cîhanê re bûne rolmodel. Hêza jinên herêmê ku di cîhanê de hêza xweser a birêxistinkirî tê şîrovekirin Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di sala 2013`an de hat avakirin û gavên gelekî girîng avêtine. Ji berxwedana 40 hezar jinên karker ên febrîqeya New Yorkê heya avabûna YPJ`ê hêza jinan zindî ye.

Der barê mijarê de Newroz Ehmed got: “Têkoşîna hat dayîn bi taybet bihara gelan, bi rengê jinê hat xemilandin, bi beşdarbûna jinê re ji nû ve hat sazkirin.”

Endama fermandariya giştî ya YPJ'ê Newroz Ehmed der barê têkoşîna YPJ’ê û 8 Adar`ê Roja Jinan a Cîhanê de ji ANHA’yê re axivî. 

Newroz destnîşan kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina hebûna xwe têkoşîn dane destpêkirin û got: “Li pêşiya hemû cîhanê, gelê herêmê û taybet jî jin rastî hovîtî, êrişan hatin.  Li dijî van êrişan gelek şervan ji derveyî welêt hatin tev li berxwedana mirovatiyê bûn. Ev êrişên dihatin li hember tevahî civak, gelan bûn. Rast e, di şexsê gelê Kurd e bi pêş ket lê armanc ne tenê qirkirina gelê Kurd bû. Ji ber wê jî hevalên ku ji derve tev li vî şerî bûn ev derxist holê; ziman, danasîn nebe jî ev ne asteng e. Yek ruh, yek êş tişta herî girîng û cuda bû.  Bi pêşengiya jinan ji bo şoreşa jinan li her cihî bi milyonan mirov rabûn ser pêyan.”

‘JINÊN CÎHANÊ: EM GELEKİ KEYFXWEŞ IN KU YPJ LI PIŞT ME YE’

Newroz anî ziman ku YPJ bûye sembola avakirina yekbûna jinan û yekkirina hemû cureyên têkoşînê û got: “Têkoşîna li vir hişt ku jin êdî xwe bi rêxistin bikin, mafên xwe bi dest bixin, cesaretê bigrin. Li cîhanê jinên ku rabûn ser pêyan, got `Em gelek keyfxweş in ku YPJ li pişt me ye`.  Êdî ev têkoşîn ya hemû jinan e û di şexsê jinan de bû ya hemû civak û mirovahiyê.”

Der barê 8`ê Adarê de Newroz wiha axivî: “Helbet ev roj ji bo hemû jinan ne tenê rojek e.  Cejna hebûn û zindîbûn, bidestxistina têkoşînê ye.  Wek YPJ’ê li gorî wateya vê rojê jiyîn, di serî de ji bo hebûna xwe têkoşîn kirin, xwebirêxistinkirin û ne tenê bi rojekê re sînordarbûn, hemû jiyanê bi rengê jinê xemilandin e ku YPJ xwedî zanisteke wiha esas e. Em bi vî rûhî têkoşîna xwe ji niha şûnde jî bidomînin. Ev nêzîkatiyên ku jin wek hêz nedîtin, li gorî xwe wekî meta dîtin, ev bi têkoşîna YPJ’ê re paşde ma. Rast e hîn jî heye û têkoşîneke gelekî xurt pêwîst e, berdela vê ne hêsan e lê rojane ev hişmendî paşde dimîne û dîsa dê nezivire. Ya ku herî zêde jê keyfxweş û li gorî wateya vê rojê dijî YPJ ye.”

‘BI BANDORA YPJ’Ê RE JIN ÊDÎ DI QADÊN LEŞKERÎ DE CIH DIGIRIN’

Newroz behsa bandora têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di aliyê leşkerî de kir û got: “Bandoreke pir mezin çêbûye. Gelek kesayet, rêxistinên welatên cîhanê de hem bi peyamên ku rê kirin û hem jî dan û standinên çêbûn, em hatin gel hev. Li ser rûye erdê tiştên pêk hatin; sînorên di navbera jin-zilam, gelan de di her warî de şikandin. Hêzên jin di nav artêşan de hatine birêxistinkirin ku ev gavek gelek erênî ye. Kemasî hene lê em vê jî girîng dibînin ku îro jin beşdarî hemû qadan dibin  û taybet di qadan leşkerî de cih digirin. Ev gavên ku di cîhanê de hatine avêtin bi bandora vê têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û YPJ’ê ye. Armanca me jî em yekbûna xwe xurttir bikin.”

Newroz bal kişand ser hedefgirtina jinan û got: “Her ku em tê dikoşin, sîstema desthilatdar êrişên xwe zêdetir dike ku mirina xwe di têkoşîna me de dibîne. Hêrî zêde bi hişmendiya DAIŞ’ê hovîtiyê di asta herî jor de pêk anîn. Tevahî pîvanên mirovahiyê binpê kirin. Jinên pêşeng her bûn hedef û şêwazên cuda wan xwestin asteng bikin. Taybet ev êrişên dawî li ser şehîd Hind û Seda ji bo civakê bitirsîne, pêk hat. Bi van hovîtiyan re têkoşîna ku bi hêz û pêşengiya jinan bi pêş dikeve, dixwazin paşde bikişînin.  Ev êriş tu carî dê me lewaz nekin.”

‘LI DIJÎ GEFAN EM JÎ XWE AMADE DIKIN’ 

Der barê êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de Newroz got: “Wê êrişên wan bidomin ku hikumeta AKP/MHP siyaseta xwe ya şer domandin ji xwe re mijareke esas dibînin. Ji vê bêdengiya navnetewî firsed bibînin wê êrişên xwe dijwartir bikin. Em jî xwe amade dikin. Ji ber ev ji bo me hebûn û tinebûn e. Ew dixwazin me tine bikin em jî dixwazin bijîn. Têkoşîneke dijber heye helbet. Armanca wan ewê ku ev sîstema di pêşengtiya jinan de hatiye ava kirin darbe lêbixin.  Tiştên ku li herêmên me yên dagirkirî de tên jiyîn gelekî hovanê û qirêjin ku tu demê de nehatiye jiyîn. Jiyana ku dijmin li ser me ferz dike ne tu jiyan e. Yan emê jiyanek azad bijîn yan jî em vê qebûl nakin.

Ji aliyê me de tu êriş li ser sînorê Tirkiyê çênebûne. Heya ku wan êrişî me nekir me jî bersiv nedaye. Dewleta Tirk vekirî vê dibejê ezê sînorê xwe bixim nav `ewlehî` yanî dagir bikim.  Sînor ji xwe ewleye lê hedefa wan hilweşandina sîstema heyî û dagirkirin e. Di navbera Kurdan de perçe bike, qût bike û rêve bibe dide meşandin. Ev îxtîmalên êrişên dewleta Tirk xeterî di serî de li ser Başûrê Kurdistanê û giştî Kurdistanê jî ava dike.”

Newroz anî ziman ku rizgarkirina Herêmên dagirkirî yên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî erka sereke ye û got: “Ji bo em van herêman rizgar bikin di aliye leşkerî de hêzên xwe amade dikin û amadekariyên xwe xurt kirin, ji bo me mijareke jiyanî ye. Bi taybet vê sala li pêşiya me em dixwazin têkoşîna xwe bilindtir bikin.”

‘NE MIMKUN E CAREKE DIN DESKEFTIYÊN WIHA BÊN BIDESTXISTIN’

Newroz Ehmed destnîşan kir ku têkoşîna hat dayîn bi taybet bihara gelan, bi rengê jinan hat xemilandin û got: “Jin bû xwedî hêzeke xurt, bi wê re jî ser axa Mezopotamyayê civak zindî kir. Divê her kes xwedî li vê nirxên ku hatine ava kirin, derkeve. Divê em van deskeftiyan winda nekin, ji ber ku ne mimkun e dîsa ev deskeftî bên bidestxistin.  Ev deskeftiyên heyî rûxmî hemû êrişan divê em pêştetir de bibin.  Bi berdewamkirina têkoşîna xwe re em serfiraz in û azadiya me bi vê re mimkun e. Ji bo hemû jinên cîhanê dibejim; çawa heya niha bi yekitiyê re me têkoşîna xwe anî vê qonaxê, divê em wiha berdewam û xurttir bikin.  Gelek şervanên me yên jin ji bo van nirxan şehîd ketin bi munasebeta vê rojê wan şervanên xwe jî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin.”

‘DIVÊ EV TÊKOŞÎN BI RASTIYA XWE RE BÊ NÎŞANDAN’

Li ser têkoşîna herêmê ji aliyê biyaniyan ve gelek fîlm hatin çêkirin. Der barê van xebatên ku berxwedaniya herêmê şaş didin nasîn, diyar kir ku divê bi rastiya hêyî bê nîşandan û got: “Berxwedana li vir di şexsê şehîdên jin mîna Avestayan, Arînan û bi dehan şervanên me ji hemû cîhanê re bû mal. Der barê vê têkoşînê kesên ku jê pay derxînin derket û hene. Hinek kes xwestin vê wekî amûrekî tîcarî bikar bînin. Hinek xwestin ku tenê şervanên enternasyonalîst ev berxwedanî kirine nîşan dan. Şervanên enternasyonel jî li ser vê axê têkoşînek mezin dan meşandin û em bi hevaltiya wan hevalan re gelek serfirazin. Divê ev jî ji cîhanê re bê nasîn. Lê yên ku li vir jî rû dane, heqdayîna vê jî pêwîst e.” 

Newroz bang kir ku her kesa ku dixwaze xebatên wiha bi pêş bixe, deriyê herêmê ji wan re vekirî ne ku rastiyê nîşan bidin û got: “Kesên ku dixwazin pirtûkan binîvîsin, fîlm, stran çêkin, her ku erkên me cuda bê jî em dikarin destek û alikariyê bidinê. Di dîrokê de têkoşîna heyî bi şêwazê rast mayîndekirin girîng e. Jin zêdetir dikarin pêşengiya vê bikin. Ji ber ku yên desthilatdar dixwazin vê têkoşînê ji xwe re bikin mal û berovajî nîşan bikin.”

ANHA